Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Asayîkirina Peywendîyên Şamê bi Welatên Ereb û Tirkîyê re Sar Bûye


Beşar Esed di Komcivîna Jedde de li Erebistana saûdî
Beşar Esed di Komcivîna Jedde de li Erebistana saûdî

Pêvajoya asayîkirina peywendîyên rejîma Sûrî bi welatên Ereb û Tirkîyê re, ku çend meh berê gav avêtibûn, di vê dema dawî de giran bûye.

Welatên Ereb di çend civînên dualî bi rejîmê re, herwiha di civînên Komkara Erebî de tekezî li ser rola Erebî ya pêşeng jibo çareserîya sîyasî ji kirîza Sûrîyê kiribûn. Herwiha hatibû lihevkirin ku bi însiyatîfa “gavek beramberî gevekê” Sûrîyê vegere nav Komkara Erebî.

Lê çavdêr dîyar dikin ku rejîma Sûrî piştî vegera nav komkarê pabendî lihevkirinan nebûye.

Şukrî Şêxanî serokê Şepêla Çaksazîya Sûrî û serkirde di MSDê de, dibêje ku rejîma Sûrî gavên jê dihatin xwestin pêk neanîne.
“Gerek e rejîmê hin gav bavêtana, welatên Ereb li benda hinek gavan bûn ji rejîmê, weke serberstberdana girtîyan ji zindanan, herwiha vegera bi ewle ya penaberan, ku pêwsîtîya vê yekê jî bi garantîyên navneteweyî heye”.

Şêxanî herwiha dîyar dike ku nepabendbûna rejîmê bi lihevkirinan û sozên ku dabûn, bi taybetî rêgirtina li ber bazirganîya madeyên hişbir anku Kaptagon ku hîn berdewam dike, hiştiye pêvajoya asayîkirina peywendîyan raweste.

“Dibe ku hin givaş ji alîyê Rûsya û Îranê ve hebin, lê eger rejîm bixwaze dikare gavên pêwîst bavêje û hin tiştan bike daku nêrîna welatên Ereb biguhre, herwiha ji welatîyên Sûrî re nîşan bide ku ew çareserîyê dixwaze”, Şêxanî dibêje.

Hemdemî pêvajoya navborî, karbidestên rejîmê ligel hevtayên xwe yên Tirk çend civîn bi navbênkarîya Rûsya û bi amadebûna Îranê li Mosko pêk anînbûn, ku asayîkirina peywendîyên Şam û Enqereyê di rojeva wan de bû.

Di vê derbarê de edîtorê Ajansa North Press Hoşeng Hesen dibêje ku pêvajoya asayîkirina peywendîyên rejîma Sûrî bi Tirkîyê re giran bûye ku serokê Tirkîyê piştî destxistina hilbijartinan bi bihnfirehî nêzîkî mijara asayîkirina peywendîyên bi Şamê re dibe.

Hesen herwiha dîyar kir ku, “Tirkîyê dixwaze bi welatê rojavayî û Amerîka re peywendîyên xwe baş bike, ev yek jî dibe ku li ser hisabê peywendîyên bi Rûsyayê re be, loma pêkan e li bakur rojavayê Sûrîyê şerek derkeve, lê ne di navbera arêtşên her du welatan de”.

Wezareta Derve ya Rûsyayê îro Pêncşemê ragihand ku pêwendîyên Şam û Enqereyê dê li ser astên curbicur berdewam bin, bêyî ku dem û cihê civînekê diyar bike.

Herwiha du roj berê serokê Sûrî nûnerê taybet yê serokê Rûsya jibo Sûrîyê Alexander Lavrentiev pêşwazî kiribû, her du alîyan mijarên vegera penaberan û vekişîne Tirkîyê ji Sûrîyê gotûbêj kiribûn.

Hesen dibîne ku Tirkîyê dê zû qayîl nebe jinav axa Sûrîyê vekişe, “Projeyên Tirkîyê li Sûrîyê hene loma derbazî nav axa Sûrîyê bûye, heta ku wan pêk bîne ewê bê beramber venekişe, lê dîsa jî pêkan e hevdîtinên Şam û Enqereyê pêk werin lê ne di demeke nêz de”.

Ji destpêka şerê li Sûrîyê sala 2011an, piranîya welatên Ereb û Tirkîyê helwesteke dijberî rejîma Sûrî standibûn û piştgirî dabûn opozisyona Sûrî, lê hewldanên van alîyan yên jinûve asayîkirina peywendîyan ligel Şamê, rastî nerazîbûna Amerîka tê.
Newroz Reşo – Dengê Amerîka

Raporta Efrîn_newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:15 0:00
XS
SM
MD
LG