Ev çend roj in ku agirên mezin bi çîyayên her du navçeyên herêma Efrînê, Reco û Bilbilê, ketine û deverên berfireh şewitîne.
Operasyona berfireh ya Tirkîyê li Herêma Kurdistana Îraqê di meha xwe ya duyê de, bi anîna çekan hîn jî didome.
Tevgera çandî û hunerî li Efrînê di dema Rêvebirîya Xweser de pir geş bûbû ku gelek xebat û festîvalên beşên çandê yên cuda pêk hatin. Lê ji dema ku Tirkîyê herêm dagir kirirye, çanda Kurdî li Efrînê rastî binpêkirinê tê, rewşenbîrên Efrînê vê yekê wek armancgirtina nasnameya herêmê dinasînin.
19'ê Tîrmehê jibo Kurdên Sûrîyê rojeke dîrokî ye ji ber ku 12 sal berê, di vê rojê de rejîma Sûrî ji bajarê Kobanê vekişî û piştre herêmên Kurdî li Sûrîyê yek bi yek ketin destê hêzên Kurdan.
Mehmûd Hebîb, berdevkê Lîwa El-Şemal El-Dîmoqratî, ku ji pêkhateyên nava Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de ye, sedemên zêdebûna êrîşên DAIŞ'ê ji Dengê Amerîka re şîrove kirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, hewila kuştina serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, şermezar kir û hêvîya başbûna wî xwest.
Meclîsa Sûrîya Demikratîk (MSD) bi daxuyanîyekê ragihand ku ew hilbijartinên Meclîsa Gel (Perleman) ku rejîma Sûrî roja 15ê Tîrmehê pêk tîne, boykot dikin.
Dermanên xwezayî, anku pijîşkîya alternatîf, jibo derbiderên Efrînî bûye hêvîyeke nû ya dermankirina hin nexweşîyan. Li penageha Şehba hem navendeke jibo çandin û komkirina gîyayên xwezayî hatîye vekirin, hem jî pisporên ku ji mêj ve bi karê dermanên xwezayî ve mijûl in, alîkarîya gel dikin.
Asta ava Çemê Feratê îsal ji çend salên borî bilindtir bûye û vê yekê rê daye ku karê masîgirîyê û firotina masîyan jî berê baştir bibe. Li wê deverê pir malbat dabara jîyana xwe bi masîgirîyê dikin.
Hin şîrovekar dîyar dikin ku desthilata pratîkî li Îranê di destê rêberê olî Ayatullah Elî Xameneyî de ye, lê hatina serokekî reformxwaz pêkan e hin guhrtinan di sîyasetên derve yên Tehranê de, çêke.
Di sala borî de jî wezîrên derve yên Sûrîyê û Tirkîyê tevî hevtayên xwe yên Îran û Rûsya dîsa civîbûn, lê ti encamên berdest ji wan kombûnan derneketine. Niha axaftinên nû ji herdu alîyan ve tên kirin.
Li Rojava, anku herêmên Kurdên Sûrîyê, di çend salên borî de roleke jinan ya mezin û berçav di sazî û dezgehên Rêvebirîya Xweser de hebû ku ev rol derbazdarî kar û xebatên sîyasî û dîplomasî ye jî.
Jiber şer û alozîya li Sûrîyê ku 13 salin berdewam dike, nîvê gelê vî welatî bûne derbider yan jî penaber.
Tevî ku CENTCOM navê herêmê dîyar nekiribe jî, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Koalîsyon pîroz kir û da zanîn ku ew operasyon li Efrînê pêk hatiye.
Bi hatina demsala havînê, bi bilindbûna pileya germê û kêmbûna avê, bi taybetî di nav zarokan de pêketinên bi nexweşîyan li kampên Şehba yên derbiderên Efrînî zêde dibin.
Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê di bin diruşma (Ciwan û Avakirina Siberojeke Azad) de, di rojên 8 û 9'ê Hezîranê de li paytexta Libnanê Beyrûtê, pêk hat.
Komîserîya Bilind ya Hilbijartinan li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ragihand ku hilbijartinên şaredarîyan ku biryarbû di 11'ê Hezîranê de pêk werin, jibo meha Tebaxê hatin paş xistin.
Pirtir bar ke