Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistineke Vêkolînê Îdia Dike ku di Nava Çekdarên Opozisyona Sûrî de 139 Endamên DAIŞ'ê Hene


Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrîyê (VDC-NSY) ragihand ku bi dehan çekdarên DAIŞ'ê li herêmên di bin dagirkerîya Tirkîyê de li bakurê Sûrîyê bi cîh bûne.

VDC-NSY di raportekê de nasnameya 139 endamên DAIŞ'ê belge kiriye ku ew di nava çekdarên "Artêşa Netewî ya Sûrî" de cîh digirin.

Rêvebirê VDC-NSY Mustefa Ebdî ji Dengê Amerîka re got ku "Ev raport encama karê çend mehan ji şopandin û berhevkirina agahîyan ji çavkanîyên cuda ye ku zanyarî bi berdewamî tên nûkirin".

Wî bal kişand ku herêmên Tirkîyê li bakurê Sûrîyê dagir kirine veguherîne deverên ewle jibo hembêzkirina endamên DAIŞ'ê.

"Endamên DAIŞ'ê bi nasnameyên ku Hikûmeta Demkî ya opozisyonê ku navenda wê li Entabê ye û Hemahengîya Niştmanî ku navenda wê li Îstenbolê ye tevdigerin û rastîya xwe vedişêrin, herwiha bi biryara wan planên xwe amade dikin jibo êrîşkirina herêma Xweserîya Demokratîk. Jixwe dewleta Tirk van DAIŞîyan baş nas dike, wan bikar tîne û cîhên ewle jibo wan peyda dike", Ebdî got.

Cîhê bîrxistinê ye ku hêzên Koalîsyona Navnetewî ku Amerîka serkêşîya wê dike di çend salên borî de gelek operasyon li herêmên bakurê Sûrîyê ku di bin destê Tirkîyê û çekdarên pê ve girêdayî de ne pêk anîne û çend rêberên DAIŞ'ê li van deveran kuştine, ji wan her du xelîfeyên wê rêxstinê "Ebû Bekir El-Begdadî" û "Ebdulla Qeredaş", herwiha walîyê Şamê "Mahêr El-Egal", herî dawî jî di Hezîranê de rêberê DAIŞê yê bi navê "Osama El-Cenabî" li wargehekê li Efrînê hatibû kuştin.

Her di vê derbarê de, çavkanîyekî xwecîhî li Efrînê ji Dengê Amerîka re da zanîn ku "Endamên DAIŞ'ê li pir gundên herêmê tên dîtin ku reftar û dirûvê wan ji çekdarên dî cuda ye".

Çavkanîyê ku ji ber sedemên ewlehîyê nexwest navê wî were eşkere kirin got ku "Li deverên endamên DAIŞ'ê lê dimînin tedbîrên ewlehîyê xurtir in, weke li gundê Kefirşîlê nêzîkî bajarê Efrînê, herwiha li gundê Xalta li nahîya Cindirêsê ku balafireke Amerîkî du sal berê "El-Egal" li vî gundi kuştibû, lê hîn jî DAIŞî li wir hene".

Ji alîyê xwe ve rojnamevana pispor di mijarên terorê de Lamar Erkendî dîyar kir ku ji dema operasyona rizgarkirina Reqayê û heta têkbirina DAIŞ'ê li Baxozê, gelek endam û rêberên vê rêxistinê revîne herêmên ku Tirkîyê dagir kirine.

"Endmaên DAIŞ'ê li van deveran tev çekdarên (Artêşa Netewî) bûne, herwiha tugayên wan hene. Dema Tirkîyê êrîşî Serêkanîyê û Girêspî kir gelek endam û rêberên DAIŞê tev çekdarên opozisyonê bûn", Erkendî got.

Herwiha Erkendî agahî derbarê hin komên ku ji endamên DAIŞ'ê pêk tên parve kirin, "Kesê bi navê (Feysel El-Bilo) ku mîrekî DAIŞ'ê bû, komek bi navê (Lîwa El-Qadîsîyê) ava kiriye û li bajarokê Silokê dimîne. Herwiha (Tugaya Sedam Husên) ku parastina xelîfeyê DAIŞ'ê (Ebû Bekir El-Begdadî) dikir, li Efrînê di nava (Ceyş El-Îslam) de bûn lê niha li Silûkê ne. Dîsa li Girêspî jî koma bi navê (Tugaya Elqaqa) heye ew jî DAIŞî ne".

Erkendî herwiha îdîa kir ku "Tirkîyê endamên DAIŞ'ê yên bi navê çekdarên opozisyonê tev digerin weke çeteyên kirêkirî bikar tîne û dişîne welatên din. Ew çûn Lîbya û Azerbaycanê, herwiha beşek çûn Nîjer li Afrîqayê, vê dawîyê jî pir ji van DAIŞÎyan jibo herêma Kurdistana Îraqê tên şandin jibo şerê PKKê bikin".

Derbarê tawanbarkirina komên çekdar yên opozisyona Sûrî bi vehewandina endamên DAIŞ'ê, herwiha zanyarîyên ku raporta Navenda Belgekirina Binpêkirinan belav kirine, me xwest helwesta "Hikûmeta Demkî" û "Wezareta Berevanîyê" di vê hikûmetê de zanbin ku ew serpereştîya çekdarên "Artêşa Netewî" dikin, lê wan bersîva pirsên Dengê Amerîka nedan.

Herwiha, hêjayê bîrxistinê ye ku Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) meha borî ragihandibû ku DAIŞ hewil dide xwe jinûve ava bike û di nava vê salê de hejmara êrîşên vê rêxistina tundrê li Sûrîye û Îraqê li gor sala borî du qat zêde bûne.

Hêzên Sûrîya Demokratîk jî di daxuyanîyeke berê de gotibû ku "Herêmên Tirkîyê dagir kirine bûne cîhekî ewle jibo rêberên payebilind yên DAIŞ'ê, ku kuştina wan li van deveran ji alîyê Kolalîsyonê ve nîşaneya piştgirîya Tirkîyê jibo DAIŞ'ê ye".

XS
SM
MD
LG