Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dergeha "Ebû El-Zendên" Nakokî di Navbera Komên Opozisyona Sûrî de Derxistin


Rojek di ser vekirina dergeha "Ebû El-Zendên" li bakurê Sûrîyê hîn derbaz nebûbû, berî ku dîsa were girtin û bibe cîhê nakokî û girjîyê di navbera komên çekdar yên opozisyona Sûrî de.

Dergeha navborî li herêma Babê ya bakur rojhilata Helebê dikeve, û deverên ku Tiykîyê dagir kirine bi hêrêmên bin destê rejîma Sûrî ve girêdide.

Derbarê vekirina vê dergehê de, Rêvebirê Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) Ramî Ebdulrehman bersiveke nivîskî da Dengê Amerîka, wî da zanîn ku "Tirkîye û Rûsya jibo normalkirina peywendîyên Şam û Enqereyê û çûnûhatina kamyonên bazirganîyê dixwazin vê dergehê vekin".

Piştî ragihandina vekirina dergehê bi awayekî fermî roja Yekşemê, girjî li devera ku dergeh lê ye derket, çekdaran dest danîn ser hin kamyonan û rê girtin, herwiha çend top li derdorê ketin.

Medyaya nêzîkî opozisyona Sûrî belav kir ku konekî girevê li Babê hatiye vedan, alîyên ku li dijî vekirina dergehê ne lê nobetê digirin, wan gef li alîyên dixwazin dergehê vekin xwarin û çekdarên xwe jî şandin deverê.

Gelo kî ne ew alîyên li dijî vekirina dergehê derdikevin, Ebdulrehman wiha dîyar kir, "Yên ku vekirina dergehê red dikin, komên Ereb di nava "Artêşa Netewî ya Sûrî" de ne ku li dijî normalkirina peywendîyan ligel Şamê ne, anku ji bilî komên Tirkmen ku ew bi temamî dilsozê Erdogan in".

Li gor hin çavdêran du blokên serekî di "Artêşa Netewî ya Sûrî" de hene.

Bloka yekê komên Erebên Sunî ne ku hizra Îxwan El-Muslîmîn hildigirin, ew bêtir li Ezaz û Marêh bicîh dibin û li dijî vekirina dergehê ne.

Bloka duduyê komên Turkmen in ku bêtir nêzîkî Tirkîyê ne, weke komên "Sultan Murad", "Firqet El-Hemzat" û "Silêman Şah - El-Emşat", ev her sê kom û mîlîşyaya "polîsên leşkerî" dixwazin dergehê vekin.

Tevî ku biryara vekirina dergehê ji alîyê "Meclîsa Xwecîhî ya Babê" ve ku bi ser "Hikûmeta Demkî" ve ye ku Tirkîyê erkdar kiriye hatiye standin, lê ti helwest ji vê hikûmetê û "Hemahengîya Niştimanî" derbarê pêşhateyan de derneketye.

Hêjayê balkişandinê ye ku me hewil da xwe bighînin "Hikûmeta Demkî" derbarê helwesta wan ji vekirina dergehê û girjîya çêbûye, lê me ti bersiv jê wernegirt.

Li alîyê din rejîma Sûrî ti helwest ji pêşhateyên girêdayî vekirina dergeha "Ebû El-Zendên" nîşan nedaye. Lê Rojnameya "Al-Watan" ya nêzîkî hikûmetê bibîr xist ku vekirina dergeha bazirganîyê di çarçoveya lihevhatinên Rûsî – Tirkî de çêbûye.

Rojnameyê di manşêta xwe de weşand ku "Serwerîya hin komên çekdar ji rêvebirîya Erdogan bi hêztir e. Mîlîşyayên Enqereyê di roja duduyê de rê nedan kamyonên bazirganîyê ji Ebû El-Zendên derbaz bibin".

Her di vê derbarê de Nûr El-Wakî endamê rêvebir di Desteya Hevrêzîya Netewî (Hayat El-Tensîq) de bal kişand ku vekirina dergehê di navbera herêmên rejîmê û opozisyona bi ser Tirkîyê ve, beşek ji lihevhatinên Astana ye ku Rûsya birêve dibe.

"Em dibînin ku hîn pir astengî li pêş normalkirina peywendîyan di navbera rejîmê û Turkîyê de hene, weke mijara penaberan û çareserîya sîyasî. Loma vekirina vê dergehê dikeve hewildanên her du alîyan di çarçoveya nêzîkbûnê de".

El-Wakî herwiha ragihand ku ew di Desteya Hevrêzîya de ne li dijî nêzîkbûna alîyên destwerdan li Sûrîyê kirine ku ev yek bikeve xizmeta çareserîya sîyasî û dawîbûna êşa Sûrîyan.

Li ser siberoja dergehê piştî van pêşhateyan, Ramî Ebdulrehman got ku "Tirkiye jibo vekirina dergehê bi zorê be jî dê bixebite, ew ber bi normalkirin û vegerandina peywendîyan bi rêjîma Sûrî re diçe".

Cîhê bîrxistinê ye ku dergeha "Ebû El-Zendên" di dawîya meha Hezîranê de weke hazirî hatibû vekirin, wê çaxê jî girjî û pevçûn di nava komên çekdar de derketibû, herwiha xwepêşandan derketibûn ku tê de ala Tirkîyê danîbûn xwerê û çend kes hatibûn kuştin.

NR_08_22_2024_Dergeh_Rejîm_Opozisyon
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:39 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG