Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biryarek Nû Derbarê Hilbijartinên Şaredarîyan li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Derket


Komîserîya Bilind ya Hilbijartinan li Herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê bi biryarekê ragihand ku hilbijartinên şarededarîyan li her kantoneke herêmê bi tena serê xwe pêk tên.

Li gor biryarê, Komîserîya Bilind rê dide komîseriyên kantonên herêmê ku çi dema jibo wan guncaw be, ew dikarin hilbijartinên şaredarîyan, li kanotonên xwe pêk bînin ku biryar bû ev hilbijartin di meha Tebaxê de li seranserî herêmê pêk bihatana.

Mislim Şêx Hesen, endamê komîteya sîyasî ya Partîya Yekîtîya Demokratîk ya Kurd li Sûrîyê (El-Wihdê) ku bi lîsteyekê

Mislim Şêx Hesen, endamê komîteya sîyasî ya Partîya Yekîtîya Demokratîk ya Kurd li Sûrîyê (El-Wihdê)
Mislim Şêx Hesen, endamê komîteya sîyasî ya Partîya Yekîtîya Demokratîk ya Kurd li Sûrîyê (El-Wihdê)

beşdarî hevrikîya hilbijartinan bibû ji Dengê Amerîka re got ku wan dixwest hilbijartin jibo demke nedîyar werin paş xistin.
Derbarê helwesta wan piştî biryara Komîserîyê, Şêx Hesen da zanîn ku ewê mijarê gengeşe bikin, lê dîsa jî jibo başkirina rewşa xizmetkarîyên şaredarîyan û sektorên din hin gav pêwîst in.

"Divê Rêvebirêya Xweser lêvegerekê çêbike, ev ne tenê bi hilbijartinên şaredarîyan ve girêdayî ye, lê gerek nûjenkirin di hemû desteyên cîbicîkar de çêbibe ku qelsî di karê wan de heye. Partîyên di nava Rêvebirîya Xweser de ji ber vê yekê berpirsyar in", Şêx Hesen got.

Hêjayî gotinê ye ku Tikrîyê li ser zarê çend karbidestan gefa êrîşan li dijî bakurê Sûrîyê xweribû eger hilbijartin pêk werin û îdîa kiribû ku ev hilbijartin gef e li ser ewlekarîya wan.

Herwiha, Wezareta Derve ya Amerîkî jî piştgirî nedabû van hilbijartinan û gotibû ku "Her hilbijartinên ku li Sûrîyê çêbibin, divê azad, dadmend, zelal û hembêzkar bin ku ew bawer nakin di dema niha de şert û mercên hilbijartinên wiha li Bakur Rojhilata Sûrîyê hene.

Ji alîyê xwe ve Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê jî ragihandibû ku pêkanîna hilbijartinên şaredarîyan li herêmê mijareke navxwe ya Sûrîyê ye, bi mebesta başkirina xizmetkarîyan e û ti gefê li ewlekarîya ti alîyan çênake.

Rojnamevan Zana El-Elî derbarê biryara dawî ya Komîserîya Bilind ya hilbijartinan de got ku ew pirtir bi rewşa ewlekarîyê ve li herêmê girêdayî ye.

"Pirsgirêkên ewlekarîyê li herêmê hene weke, şaneyên veşartî

Rojnamevan Zana El-Elî
Rojnamevan Zana El-Elî

yên DAIŞê, tevgera mîlîşyayên rejîmê û Îranê, herwiha êrîşên Tikrîyê. Eger ev pirsgirêk nebin Rêvebirîya Xweser wê karibe xizmetkarîyên baş pêşkêş bike heta ku hilbijartin pêk neyên jî", El-Elî got.

Cîhê bîrxistinê ye hilbijartinên şaredarîyan li ser asta herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê diviyabû jibo postên hevseroktî û endamtîya meclîsên 134 şaredarîyan li 7 kantonên herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê, pêk bihatana.

Ev hilbijartin berê du caran hatibûn paşxsitin, cara yekê biryar bû ku di 30ê Gulanê de pêk werin, lê jibo 11ê Hezîranê hatin paşxistin, berî ku careke din jibo meha Tebaxê werin paşxsitin, lê dîsa di Tebaxê de jî pêk nehatin.

Derbarê sedemên lidarnexistina hilbijartinan di meha borî de, herwiha biryara erkdarkirina komîseriyên kantonan bi pêkanîna hilbijartinan cuda ji hev li şûna hilbijartinên giştî li ser asta tevahîya herêmê, me hewil da xwe bigihînin Komîserîya Bilind, lê ta amadekirina vê raportê me ti bersiv ji wan wernegirt.

Biryarek Nû Derbarê Hilbijartinên Şaredarîyan li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Derket
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:10 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG