Xwepêşandan û tevgera gel li Suweyda ya başûrê Sûrîyê ku piranîyan rûniştvanên wê Durzî ne, salek e bê navber didomin.
Tê zanîn ku Durzî yek ji kêmanîyên olî yên li Sûrîyê ne. Ew ji destpêka alozîya li vî welatî ya sala 2011'an vir ve bi hişyarî nêzîkî pêşhateyên sîyasî û leşkerî bûne.
Durzî kî ne, daxwazên wan li Sûrîyê çi ne? Dengê Amerîka ev pirs ji hin çalakvanên ji Suweyda kirin.
Parêzerê ji Suweyda Adil El-Hadî dibêje ku ola wan ola tewhîd e anku (yekbûna Xwedê) û bi ola Aqil tê zanîn û her tiştekî ku tersî mantiq û aqil be, ew nayê pejirandin.
Dor hejmar û bicîhbûna Durzîyan, El- Hadî dîyar dike ku, "Zehmet e em hejmareke rast ya Durzîyan dîyar bikin, lê ew çend mîlyon hene, li Sûrîyê, Lubnan, Filîstîn û Urdunê belav dibin. Li Sûrîyê ew li Heleb, Îdlib û Şam û gundewarên wan hene, lê herî zêde li Suweyda bi cîh dibin"
Ew dibêje ku "Hejmara durzîyan li diasporayê sê qatî rûniştvanên li hindur e ku li Suweyda bi giştî 140 gund û bajarokên wan hene. Herwiha peywendîyên xurt di navbera civakên Durzî de li welatên ew lê dijîn hene".
Cîhê bîrxistinê ye ku rêbertîya olî li cem Durzîyan bi "Şêx Aqil" tê nav kirin. Derbarê vê yekê de El-Hadî dibêje ku rola lêvegerên olî civakî û sîyasî weke şêwirmendîyê ye û çênabe bi ti awayî karê sîyasetê bikin yan jî cîhekî sîyasî bigirin.
Ew herwiha bal dikşîne ser rola Durzîyan ya di dîroka Sûrîyê de ku pir caran rastî eciqandina olî û sîyasî hatine û li dijî Osmanlî û Fransîyan şer kirine.
Li ser rola wan piştî pêketina alozîya Sûrîyê, El-Hadî dibêje ku gelê Suweyda ji destpêkê de bi guhertina demokratîk re û li dijî tundîyê bû, lê bilindbûna projeyên îslama sîyasî hişt ku Durzî hişyar bin jiber ku daxwaza wan dewleteke sekuler û demokratîk e.
"Bawermendên ola tewhîdê ya Durzî weke hemû kêmanîyên olî û netewî yên din li Sûrîyê azar ji zordarîya rejîmê kişandine. Loma her kes hebûna xwe di bin gefê de dibîne jiber ti mafên wan yên bi destûrê parastî bin tunene," El-Hadî got.
Dor pirsa jibo siberojê ew Sûrîyeke çawa dixwazin wî bîra xwe wiha şîrove kir "Daxwaza me ji Sûrîya siberojê ew e xwedî sîstemeke demokratîk, sekuler û lîberal be, bibe hevkara welatên cîhanê yên pêşketî. Herwiha Sûrîyeke hemû Sûrîyan be, maf û azadîyên hemû hemwelatîyan parastî bin."
Sîyasetvanê Sûrî ji Suweyda Salih El-Nebwanî jî dibêje ku armanca wan Sûrîya di siberojê de dewleteke hemwelatîbûnê be ku maf û erkên her kesî yeksan bin, bê ku ti cudahî li ser bingeha ol û neteweyê hebin.
"Em dixwazin welatekî sekuler ava bikin ku ol û dewlet ji hev werin cuda kirin, li ser prensîpa rêberê şoreşa Sûrî ya mezin Sultan Başa El-Atreş gava gotibû ku ol ya Xwedê ye û welat yê hemûyan e. Divê hemû Sûrî di maf û erkan de yeksan bin," El-Nebwanî got.
Herwiha derbarê sîstema Sûrîya di siberojê de ew dibêje ku "Ev yek piştî rûxandina rejîmê û lihevkirina Sûrîyan li ser çarenivîsa xwe tê dîyar kirin".
Her di derbarê bizava li Suweyda, El-Nebwanî bal dikşîne ku tevgera gel li Suweyda şoreşa gelê Sûrî tevahî ye jiber ku ew Sûrî ne, ne ku raperîneke Durzîyan yan herêmeke Durzî ye.
Sîyasetvanê ji Suweyda herwiha dîyar dike ku peywendîyên wan ligel Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) hene û ew li ser hin mijaran li hev dikin û di hin xalan de jî nakok in.
Derbarê şerê li Gaza û gurbûna alozîyên navbera Îsraîl û Îran û Hizbullah, El-Nebwanî dibêje ku pêşhateyên li herêmê çêdibin pêkan e bandoreke erênî li ser dosya Sûrî jî bike.
"Em geşbîn in ku guhertineke sîyasî çêbibe. Girjîyên heyî û egerên şerê li dijî Hizbullê, ku roleke wê mezin li kêleka rejîmê û li dijî şoreşa Sûrî hebû. Gava ev hevalbendî hilweşe yan Hizbullah têk biçe, rejîm jî wê lawaz bibe û ewê rê li ber guhertina sîyasî veke, helbet li gor berjewendîyên dewletan," El-Nebwanî got.
Hêjayî gotinê ye ku tevî derbazbûna nêzî salekê bi ser xwepêşandanên girseyî li Suweyda, rejîma Sûrî berê xwe nedaye wan. Tevî ku hin bûyerên tundîyê derketine jî, ev bizav di çarçoveyeke giştî de hîn aştîyene maye û beşdarên bizavê jibo nûnertîya daxwazên wan meha borî komîteyeke sîyasî hilbijartibûn.
Di vê derbarê de hin çavdêr balê dikşînin ser helwesta rêbertîya olî ya Durzî li Suweyda, ku Şêx Aqil Hikmet El-Hicrî piştgirîyê dide vê bizavê, lê du şêxên din hene xwe nêzî xwepêşanderan nekirine.