Biyaraya efûya giştî ku Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê di hefteya borî de derxistibû ku li gor wê nêzî 1.500 kesên bi tawanên terorê girtî ne tên berdan, bertekên cuda derketin.
Rojnamevan Cuma Mihemed biryarê rexne dike û dibêje ku di nav de dayîka wî, 70 kesî ji gundê wî Berxbatana Kobanê li ser destê rêxistina terorîst DAIŞ’ê jîyana xwe ji dest dane, loma ew vê biryara efûkirinê di cîh de nabîne.
"Bi nêrîna min berdana van kesan bi efûyekê li dijî qanûnê ye û di ser mafê qurbanîyan di pêkanîna dadmendîyê de gav dike, jiber ku sûcên wan ne ji rêzê ne, herwiha ev biryar weke ku derfetek be jibo wan tê dayîn daku dîsa li kiryarên xwe vegerin", Mihemed got.
Li gor madeya 2’yê ji qanûna efûya giştî, nîvê cezaya girtina demkî tê efû kirin û cezaya hetahetayê dibe 15 sal girtin, herwiha kesên nexweşîya wan giran û yên temanê wan 75 sal derbaz kiriye hemû cezaya wan tê efû kirin.
Herwiha, qanûn di madeya 3’yê de dest nîşan dike ku fermandar û mîrên rêxistinên terorîst, endamên van rêxistinan ku li dijî HSD’ê şer kirine û teqîn û sûcên ku mirov jiber hatine kuştin, efû wan nagire nav xwe.
Cihê bîrxistinê ye ku di 25’ê Gulanê de dema lidarxistina (Hevdîtina Yekîtîya Niştimanî ya Êl û Pêkhateyên Sûrî) şêx û rihsipîyên eşîrên Ereb ji Rêvebirîya Xweser û HSD’ê xwestibûn ku efûyek jibo girtîyên ku destê wan di xwînê de tuneye were derxisitn.
Her di vê derbarê de parêzer Şahîn El-Elî dibêje ku, "Divê were zanîn ku li gor madeya 4’ê kesên ku dozên kesî li wan hene mafê qurbanîyan ji ser wan nayê rakirin û malbatên qurbanîyan dikarin mafê zarokên xwe di darizandina van kesan de bidomînin."
El-Elî herwiha bawer dike ku mijara vê efûya giştî ne tenê qanûnî ye lê alîyekî wê yê sîyasî jî heye girêdayî bexşîn û aştîya navxweyî ye.
Jibo kêmkirina metirsîyên gel û malbatên qurbanîyan ew vê daxwazê dike, "Kesên sûd ji efûkirinê wergirtine û hatine berdan divê werin şopandin daku li kiryarên xwe dîsa venegerin, gereke Rêveberîya Xweser rêkaran bistîne ku zanibe ew çawa tev li civakê dibin."
Her di vê derbarê de, rêxsitina Amnesty International şîroveyek li ser qanûna efûya giştî belav kir û got ku ev efûkirin derfetê dide ku cezayên sûcdarên Sûrî di girtîgehan de werin sivik kirin.
Hêjayî gotinê ye ku tevî hemû bang û daxwazên Rêvebirîya Xweser yên damezrandina dadgeheke navneteweyî jibo darizandina girtîyên DAIŞ’ê, lê ne civaka navnetewî û ne jî Koalîsyona Navnetewî ya dijî DAIŞ’ê, piştgirî dane vê daxwazê.