Penabera bi navê Fatma Îbiş ya 39 salî, berî 9 salan jiber şerê Sûrîyê, koçî bajarê Wanê kiriye. Ew niha di nava şert û mercên xirab de, ligel hevjîn û 5 zarokên xwe li xanîyekî prefabrîk dijî
Di 3'ê meha 10’an ya sala 1993'an de, leşkerên Tirk 9 endamên malbateke Kurd li rojhilata herêma Mûşê, bi zindî şewitandin. Serbazê tawanbar ku endamên malbata Ogutê şewitandin ta niha ne hatiye girtin
Herêma Serhedê wek kanîya dengbêjîyê tê zanîn û li wir dibe ku mirov li her derê rastî dengbêjekî were. Li ser rêka di navbera Mûş û Cewlîkê de şivanek bi navê Alan Yalçin yek ji wan kesan e ku bi dengê xwe yê xweş bala derdora xwe dikişîne.
Li Wanê bo bîranîna mirina Jîna Emînî xwepêşandanek hat li derxistin û desthilata Îranê hat şermezar kirin. Xwepêşandan ku bi pêşengîya Tevgera Jinên Azad pêk hatî, dê heya 8 Adarê Roja Jinan ya Cîhanê bi rêze çalakîyên berdevam bike.
Li ser rêya bajarokê Gevera Colemêrgê, otomobîlek û kamyonek li hev ketin û di encama vê bûyera doh êvarîya Sêşemê de endamên meclîsa Dayîkên Aşitîyê Adalet Safali, Perîşan Akçelik û kurê Akçelîkê, Cîhan, canê xwe ji dest da.
Li bajarê Wanê hejmarek partîyên sîyasî û rêxistinên sivîl bi xwepêşandanekê bertek li hember êrîşên ser avahîyên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Partîya Çep ya Kesk nîşan dan.
Rêvebirê İHD a Wanê Yusuf Aydin dibêje ku biryara walîtîyê dijî qanûna bingehîn e û bi vê biryarê, mafê azadîya ramanê tê binpêkirin.
Li Wanê şêwakarê bi navê Abdulah Babat ku 30 salan di zindanên Tirkîyê de girtî bû, di zîndanê de fêrî xêzkirina wêneyan bûye. Babat bi saya şêwekarê Amerîkî Bob Ross ku heftîyê carekê derdiket ser ekranên televîzyona dewletê TRT, fêrî xêzkirinê bû.
Yêk ji zozanên navdar yên li herêma Colemêrgê zozanên Balayê ne. Ew zozan li quntarê Çîyayê Reşko ye û her sal hejmarek koçer dibin mehvanên wê xwezaya delal. Dengê Amerîka serdana wê zomê kir û kedkarên zomê behsa xweşikbûn û zehmetîyên xwe kirin.
Chalak Events, rojên sînemayê di bin navê “ChalaKINO” de li bajarê Wanê pêkanî. Di çalakîyan de hem film hatin nîşandan hem jî bernameyên gotûbêjên ligel derhênerên fîlman hatin lidar xistin.
Îro Sêşemê hêzên ewlekarîya Tirkîyê li bajerokên Şemzînan, Gever û Çela Colemêrgê girtin ser çend malan û di encama operasyonê de nêzî 30 kes desteser kirin.
Piştî kirîza aborîya ya li Tirkîyê bankan rêjeya krêdîyan daxist. Êdî banka herî zêde 70 hezar TL krêdî dide. Ev yek herî zêde bazirgana dixe rewşek nebaş û ew neçar dimînin ku ji faîzkar ku bi tîrkî wek tefecî tên binav kirin, pere werdigirin û bi faîzek mezin deynexê paşve didin.
Doh Sêşemê rûniştina doza şewitandina malbata Kurd ku wek ‘Komkujîya Vartînîsê’ tê zanîn û ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes bûn kuştin, li Dadgeha Cezaya Giran ya Kirikkaleyê pêk hat.
Chalak Events, di bin navê “ChalaKINO” de dê roja Şemîyê li bajarê Wanê çalakîya xwe ya rojên fîlman pêk bîne.
Masîyên navdar yê Behra Wanê jiber hişkatîyê û bendavan nikarin mîna her sal koça xwe ya ber bi çem û rûbaran. Bi kêmbûna avê hin têjikên masîyan jî li çemê Behdîmahîya bajarokê Begirîya Wanê asê mane û nikarin xwe bigihînin Behra Wanê.
Penaberê Kurd Abdulhekîm Ekşîyok meha borî di encama rûdanek tirafîkekê de li New Yorkê canê xwe ji dest dabû û bi alîkarîya xêrxwazên wê derê termê ciwanê Kurd bo malbata wî ya li bajarokê Bazîda Agirîyê hatibû şandin.
Bi pêşengîya Rêxistina Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP)a Wanê, salvegera 11an, ya rizgarkirina Kobanê û Bakur û Rojhitatê Surîyê, hat pîroz kirin. Pîrozbahî li baxçê partîyê bi panelekê hat li darxistin û piştre jî govend û şahî hatin kirin.
Pirtir bar ke