Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Leşkerekî Tirk Di Teqînekê De Tê Kuştin


Wezareta Berevanîya Tirkîyê ragihand ku doh Şemiyê di encama teqînekê de, leşkerekî wan li bajarokê Elbaka (Başkale) Wanê canê xwe ji dest da.

Li gor heman jêderê, dema maşîna zirxî li ser rêya Elbakê erka xwe pêk dianî, teqemenîya ku bi dest hatî çêkirin, ji alîyê endamên Partîya Karkerên Kursdistan (PKK) ve hatiye teqandin.

Wezaretê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku leşkerê wan yê bi navê Samet Bektaş li cihê bûyerê bi giranî birîndar bûbû û li nexweşxanê jîyana xwe ji dest da.

Wezaretê got, “Li Bajarokê Başkale yê Wanê di 4 Mijdara 2023’an de dema maşîneya zîrxî derbaz dibû, teqemenîya ku ji alîyê endamên rêxistina terorî ya cûdaxwaz hatibû cîh kirin, bû sedema birîndarbûna hevrêyê me yê qehreman leşkerê peymandarê veguhastinê Samet Bektaş û ew yekser veguhastibûn nexweşxaneyê, lê tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin û ew şehîd bû.”

Ta amadekirina vê raportê, PKKê ti daxuyanî di derbarê van îdîayên wezareta berevaniya Tirkiyê de nedane.

Cîgirê serokomar Cevdet Yilmaz li ser hesaba xwe ya X’ê peyamek balav kir û sersaxî bo malbata Bektaş xwest.

Li aliyekî din, wezareta berevaniyê ya Tirkiyê îro Yekşemê ragihand ku artêşa Tirkiyê êvara Şemiyê êrişên asmanî li bakurê Îraqê pêk anîn û 15 cihên çekdarên kurd jinav birin.

Di daxuyaniyekê de li ser platforma X, wezaretê got di êrîşan de, şikeft, sitargeh û depoyên ku tê texmînkirin ku çekdar lêbên hatin aramanckirin. Hat ragihandin ku êrîş li herêma Xakurkê li bakurê Îraqê pêk hat.

Li gor daneyên wezaretê, “ji serê salê ve li Tirkîyê, Surîyê û Îraqê 1802 endamên PKK hatine kuştin û bi van daneyan ji 24ê Tîrmehê ya 2015’an ve hejmar gihîştîye 39 hezar û 145 kesan.”

XS
SM
MD
LG