Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jîngehparêzên Wanî Pêşnîyarqanûnekê Pêşkêşî Meclîsa Tirkîyê Dikin


Komela Jingehê ya Wanê (ÇEV-DER) di preskonferasekê de dîyar kir ku ew dê ligel jîngehparêzên Tirkîyê di 28’ê Mijdarê de pêşnîyara qanûnekê li hember têkbirina jîngehê pêşkêşî seroktîya parlamana Tirkîyê bikin.

Li gor vê pêşnîyar qanûnê, kesên ku li hember jîngehê sûc kirî wê mîna kesên tawankarên mirovahîyê werin ceza kirin.

Li Tirkîyê pêşnîyarqanûn ji alîyê parlamenteran ve tê rojeva meclîsê, lê balkêş e ku bi vê hewildana jîngehparêzan dibe ku ev bibe cara yekê ku sazîyên sivîl pêşnîyarqanûnekê yekser bînin rojeva parlamanê.

Serokê Çev-Der’ê Alî Kalçik got ku wan sala borî li Stenbolê di konferansa navneteweyî ya jîngehparêzan de biryar dabûn ku ew bo erêkirina qanûnek nû ya li hember têkbirina jîngehê ku wek bi Tirkî ‘ekokirim’ tê bi nav kirin, îmza berhev bikin û pêşkêşî seroktîya meclîsa Tirkîyê bikin.

Rêvebirê ÇEV-DER’ê Bazî Aslan dibêje ku wan wek jîngehparêzên Tirkîyê ku ji 90 sazîyan pêk tê, li gel hiqûqzanan çerçoveya pêşnîyarqanûna li hember têkbirina jîngehê dîyar kirine û daku meclîsa Tîrkîyê vê daxwaza wan qebul bike jî 25 hezar îmza berhev kirine.

“Em bi vê qanûna nû armanc dikin ku pêşîya qirkirina xwezayê bigirin û ew kîryarên dijî xwazayê jî tên kirin hem li vî welatî hem jî di asta navneteweyî de wek sûc were dîtin û were ceza kirin."

Herwiha em dixwazin ew rêvebir û karmendên dewletê ku pêşîya vê talanê vedikin, werin ceza kirin.”

Jiber bandora germbûna gerdûnî avên Behra Wanê çikîyane
Jiber bandora germbûna gerdûnî avên Behra Wanê çikîyane

Aslan dibêje ku ji 25 hezar îmzayan 5 hezarên wan tenê li bajarê Wanê hatine berhev kirin û ev jî nîşan dide ku rûniştvanên bajêr, xetereya li ser jîngeha Wanê dibînin û çareserîyê dixwazin.

“Bawerîya me heye ku eger ev qanûn were qebşl kirin dê rê li ber wêrankirina jîngehê were girtin. Cîhên mîna Behra Wanê, çem û rûbarên wê ku tê qirêjkirin, ger berpirsên vê yêkê li gor vê qanûnê werin ceza kirin, ez bawer im pêşî dê were girtin.”

Li gor pêşnîyar qanûna nû ya jîngehparêzan, ger kesek li hember jîngehê kiryarek bêveger pêk anî, ew dê bi cezayê zindanê yê di navbera 25 û 36’an de were ceza kirin.

Ji salên 1970î vir ve li seranserê cîhanê xebatên ji bo naskirina qanûna dijî têkbirina jîngehê ku di hiqûqên navneteweyî û hiqûqa navxweyî ya welatan de cîh bigire, tên meşandin.

Yek ji wan hewldanan ew e ku qanûna dijî têkbirina jîngehê wekî tawana 5’ê ji alîyê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ve were qebûl kirin ku wê dadgehê 4 tawanên wekî tawanên dijî mirovahîyê, komkujî, şer û êrîş hene.

AA_27_11_23_Jiingehparez_Pesniyarqanuun
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:52 0:00
XS
SM
MD
LG