Hefteya borî Dadgeha Cezayên Giran ya Wanê bi îdiaya “endamtîya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK)” 9 kes bi cezayên zindanê yên di navbera 6 û 8 salan de hatin ceza kirin.
Ew 9 kes ku ji endamên sazîyên sîvîl û sîyasî pêk dihatin di 2013’an de komîsyona çavdêrîya pêvajoya aştîyê ava kiribûn û paşvekişîna endamên PKK’ê dişopandin.
Yek jî parêzerên dozê, Erkan Sagyigit, dibêje ku komîsyona çavdêrîyê du caran ligel rojnamevanan, rastî endamên PKK hatine û ev jî bo cezakirina wan têrê nake ku ew bibin endamên rêxistinê.
"Dozger ew du sal bû ku derheqê 9 kesan de lêpirsîn dabû destpêkirin û qasî em dizanîn bi awayê teknîkî jî ew dişopandin. Dema em naverok dosyayê dinêrin, dibînin ku wî tiştek dest nexistîye û tenê wek delîl wêneyek heye û ew ji di 2014’an de demê pêvajoya aşitîyê de hatye kişandin. Wê çaxê jî endamên PKK, ji Tirkîyê vedikişîyan dervî sînor û sazîyên sîvîl jî çavdêrîya vê pêvajoyê dikirin," Sagyigit got.
Dozger îdîa kiribû ku wan 9 kesan bi fermana Kongra Civaka Demokratîk (KCD) yê komîsyon avakirine û destûra dewletê bo vê komîsyonê tunebû.
Lê Yakup Aslan ku wî 6 sal û 3 meh cezayê zindanê wergirtiye, wê çaxê wek serokê şaxa Komela Piştgirîya Mazluman (Mazdum-Der) ya Wanê bû. Ew îdiayên dozger red dike û gotinên Serokwezîrê wê demê Recep Tayîp Erdogan bi bîrtîne.
"Piştî ku nameya Ocalan li qada newroza Amedê di 21’ê Adara 2013’an de hat xwandinê, Serokwezîr Erdogan bi 61 hunermenda re ji bo însîyatîfa demokratîk civîya û bo pêvajoya çareserîyê ji sazîyên sîvîl piştgirî xwast. Me li ser vê rewşê komîsyon da ava kirin û xebatên girîng kirin," Aslan got.
Aslan dide zanîn ku wê demê hemî dezgehên dewletê bi wan agahdarbûn û wan derheqê xebatên xwe de ew agahdar jî dikirin. Wî got ku wan çî xebatên veşartî nekirine û ew wêneyê ku bûye sedema cezakirina wan jî ji alîyê rojnamevanan ve hatibû kişandin û rojnamevanan li gel wan çektaran jî hevpêyvîn kiribû.
Dozger di dosyayê de dîyar kiribû ku komîsyona hatî avakirin li gor berjewendiyên PKK’ê tev gerîya ye û wek PKK hemî tiştê ku ketîyê ser milê xwe kirîye nîşan daye û dewletê jî bi nerastkirina şert û mercên Ocanlan, neberdana girtîyên doza KCK û nedaxistina asta bendava hilbijartinê suçdar kirîne.
Omer İşik ku serokê wê demê yê şaxa Komela Mafên Mirovan (IHD) Wanê bû, dibêje ku wan bi xwe biryara avakirina komîsyona çavdêrîyê wergirtibûn daku pêvajoya çareserîyê rastî provokasyonan neyê.
Lê dadgehê li ser îdiayên dozger, bi endamtîya PKK’ê, Abdulkerîm Durmaz, Harun Okay, Atîlla Kumlî bi 7 sal û 6 meha, Behîce Abî, Evîn Keskîn, Omer İşik, Salih İpek, Yakup Aslan û Yilmaz Berkî jî bi 6 sal û 3 mehan cezayê zîndanê birî.
Parêzer Erkan Sagyigit dibêje ku cezakirina 9 kesan bîryarek nehiqûqî ye û ew dê bo betalkirina wê biryarê serî li dadgeha herêmî û dadgeha pêdaçûnê bidin.