Rojnamevan Amîr Kahrîzî ku li Îranê bi cezayê darvekirinê hatiye darizandin, di Tebaxa îsal de ji alîyê leşkerên Yunanîstanê ve li ser sînor hatibû girtin û radestî Tirkîyê hatibû kirin.
Kahrîzî niha li navenda vegerandina koçberan ya Agirîyê tê girtin û dibe ku ew radestî Îranê were kirin.
Parêzerê Kahrîzî, Mahmut Kaçmaz, ji Dengê Amerîka re got ku wî ser navê Kahrîzî bo qebûlkirina mafê penaberîyê serî li rêvebirîya navenda koçberan ya Agirîyê daye, lê hin jî metirsî heye ku ew radestî Îranê were kirin.
“Ger Kahrîzî bi vê nasnameya xwe ya polîtîk ve radestî Îranê were kirin, pir zelal tê dîtin ku ev ji bo wî xetereke mezin e. Ji xwe sazîyên navneteweyî jî di raportên xwe de helwesta Îranê ya li hember muxalîfan an jî li hember endam û sempatîzanên rêxistinên dijî rejîma Îranê, bi vekirî dîyar kirîye. Bi vê yekê dîyar e ku ger ew were radestkirin, dibe ku ew rastî cezayê kuştinê, êşkencê û danûstandina xirab û darizandineke ne adilane were,” Kaçmaz got.
Hevjîna Kahrîzî, Şahla Çorke, ku ev sê sal in ligel keça xwe ya 4 salî, koçî Swîsrê kirine, dibêje ku hevjînê wî li Îranê tenê karê rojnamevanîyê kiriye û jiber vê jî ew bi cezayê darvekirinê hatiye ceza kirin.
“Ez û Amîr li Îranê pir zêde rastî zextan dihatin. Min dikarî li gel keça xwe ya 4 salî werim Swîsrê, lê Amîr hat girtin. Tirsa min heye ku wî radestî Îranê bikin. Niha rewşa wî ya derûnî nebaş e û wek ew her roj di bin êşkenceyê de be.”
Çorke dîyar kir ku wan hewil da dengê xwe bigihînin hejmareke sazîyên navneteweyî û dewleta Tirkîyê, lê hin jî çî encamên erênî bi dest nexistine. Ew dibêje ku hevjînê wî li hember Tirkîyê çi sûc nekirîye û daxwaza berdana wî kir.
Parêzer Kaçmaz dibêje ku ger karbidest li gor qanûnên dewleta Tirkîyê tevbigerîn, divê Kahrîzî berdin, lê ew hin caran wek mijarên sîyasî li van dozan dinêrin û serlêdanên bi vî rengî red jî dikin.
“Serlêdana hejmareke kesên ku mîna Kahrîzî, hatine qebul kirin. An ku em ti sedemên neyênî li hember wî nabînin. Lê carna dewlet li gor pêvajoyên polîtîkayên xwe jî tevdigerin û serlêdanên penaberan red dikin û jîyana wan dixin bin xeterê. Li gor qanûnên dewleta Tirkîyê, karbidest wek berpirs divê daxwaza penaberîyê bi cidî û lezûbezî wergirin, û biryarên adilane bidin.”
Ji alîyê din ve, Wezîrê Karê Navxweyî Alî Yerlîkaya dema serdana bingehên leşkerîyên ser sînorê Îranê gotibû ku niha li navendên paşveşandina koçberan 26 hezar koçber hene û % 5 ji wan koçberên nû ne.
Yerlîkaya gotibû ku ew koçberên neqanûnî yên li bajarên wan, bi bîryardariyeke mezin digirin û piştî peyvajoya fermî ya li navendên paşveşandina koçberan, wan dişînin welatê wan.
Li gor agahîyên ku malbata Kahrîzî daye, ew jiber cezayê darvekirinê di sala 2016’an de ji Îranê koçî Herêma Kurdistana Îraqê kiriye.
Kahrîzî di dema li televîzyona ASOSat de dixebitî û derheqa xwepêşandanên Îranê yên ‘Jin Jîyan Azadî’ de raport çêdikirin, Îranê bi muşekan êrîşî televîzyonê kirîye û ew birîndar ji wê êrîşê filitîye.
Kahrîzî jibo ku xwe bigihîne cem hevjîn û keça xwe ya li Swîsrê, li ser Tirkîyê re xwe gihandiye Yunanîstanê, lê leşkerên Yunanî ew radestî Tirkîyê kiribû.