Lokman Aslanê ku ev 25 sal e girtîye, ew ji malbata xwe ya Wanê 500 kîlometreyan dûr, li zîndan Elezîzê tê girtin.
Hefteya borî malbata wî jiber bê derfetîyê û rêbara dûr piştî 5 salan karîbû ku serdana wî bikin, lê malbat dîyar dike ku mafê wan yê hevdîtinê ji alîyê gardîyanan ve hat asteng kirin.
Birayê Lokman, Zaîm Aslan ku tevî dayîka xwe çûbû serdana kekê xwe, got ku ew heya diçin û tên, rêbara wan bi giştî dibe hezar kîlometre û 16 seat demê wan di rê de debaz dibe.
“Piştî em gihiştin derêyê kampûsa girtîgehê, gardîyanan em ji lêgerîneke zehmet re derbaz kirin û li otobûsa xwe siwar kirin daku me bibin ber derîyê girtîgehê. Lê di rê de otobûsa wan xirabû û em bo hevdîtinê direng man. Mafê meyê hevdîtinê ji seetekê daxistin 40 deqeyan û pişre jî kirin 35 deqe. Lê di nava wî demî de jî çî rehetî nedan me û nehiştin em bi seetxweşî hevdîtina xwe pêkbînin. Her carê di gotin me ‘hevdîtin xilas’ û ev jî bû sedema bertekên me û gardîyanan êrîşî me kirin.” Aslan got.
Aslan dida zanîn ku dayîka wî 61 salî ye û hejmarek zêde nexweşîyên wê hene, wî got ku dema gardîyanan êrîşî wan û girtîyan kir, dayîka wî li ber derê zîndanê dilê wê xirab bû.
“Nexweşîyên dayîka min yên şekir û tansîyonê hene, ji xwe heya em diçin girtîgehê û vedigerin, ew tê ber mirinê. We piştî 5 salan xwe gihandibû kurê xwe, lê ew jî gardîyanan nehişt ku ew kurê xwe bi rehetî bibîne.”
Aslan dibêje ku wan gelek caran serî li dozgerîyê daye ku Lokman bînin girtîgeha Wanê, an jî ya girtîgeha bajarokê Patnosa Agirî. Lê tim daxwazên wan hatine red kirin. Aslan herwiha got ku ew dê dîsa serî li serdozgerîya girtîgehê bidin û daxwaz bikin. Wan wek malbatî, bi sedema ‘binpêkirina mafê wan yê hevdîtinên’ serî li Komela Mafên Mirovan (IHD) de jî dane.
Hevseroka Şaxê Komela Malbatên Girtîyan (TUHAY-DER) ya Wanê Edîbe Babur dibêje ku li Tirkîyê 13 hezar girtîyên ‘sîyasî’ hene û herî kêm 12 hezarê wan ji malbatên xwe dûr li zîndanan tên girtin.
“Di nava van girtîyan de 1800 girtîyên nexweşên giran jî hene. Mînak; du bira ku paşnavên wan jî Aslan ku malbata wan li wanê dimîne, lê mixabin ev girtîyên nexweş yêk li zîndana Tekîrdag, yê din jî li zîndana Edîrnê (ji Wanê 1908 km) dûr tên girtin. Dîsa malbata girtîyê bi navê Ergîn Aktaş, li Wanê ye, lê we şandine zîndana Trabzonê. Bi vê rewşê malbat jî tên ceza kirin û tecrîd tecrîd kirin.”
Babur dibêje ku piştî hilbijartinê tevî ku wêzîrê dadê hat guhartin jî astengî û tecrîda li ser zîndanan berdevam kir û hemî hêvîyên wan yên ber bi başîyê ve vala derketin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku di sala 2019’an li ser serlêdana malbatekê ku girtîyê wan jî li zîndanek dûr dihat girtin, Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê, ev yêk wek “mafê rêzgirtina li hember malbatê” dîyar kir û cezayê pereyê dabû Tirkîyê.
Ji alîyê din ve Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç meha borî di vekirina Kevnargeha Zîndana Amedê de ku di navbera 1976 û 1980’an de êşkencêyên giran li wê zîndanê hatibûn kirin, gotibû ku êdî ew rojên nexweş yên li zîndanan paşve mane.