Partîya Çepa Kesk û Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jibo ku êrîşên Tirkîyê li ser bakur û rojhilatê Surîyê şermezar bikin, xwestin li Amedê, li Meydana Derîyê Çîya daxuyanîyekê bidin. Lê polîs, bi behaneya ku daxuyanî li dijî operasyonên Artêşa Tirkiyê ye, destûr neda.
Li Amedê li bazara pez û heywanan ku weke kevneşopî berîya cejna qurbanê tên serbirîn, gilî û gazind ji firotina ajelan zêdetir bûye jiber ku îsal goşt pir buha ye.
Salvegra Girtina 16 Rojnamevanên Kurd Li Tirkiyê Di Hezîrana sala borî de 22 rojnamgerên Kurd li Tirkiyê hatibûn desteserkirin û piştre 16 wan bi tawana terorê hatin girtin. Di salvegera girtina wan de dost û hevalên wan li Amedê banga dadmendiyê ji bo wan kir.
Bajarê Amed, Diyarbekirê bi tûyên xwe yên reş navdare, meha Gulanê destpêka Hezîranê demsala weûandina Tûyan e, platforma Stêrka Bakur çalakîya kevneşopî ya weşandina tûyan rêve dibe.
Komeleya Wêjekarên Kurd li Amedê Kongireya xwe pêkanî û hevserok û desteyek nû ji bo rêveberiya Komelê hat hilbijartin, jin rolek karîger têde dilîzin û armanca Komelê giringîdan bi wêje û zimanê Kurdî ye.
Jimareke Amedî ser têkçûna HDP'ê ya di hilbijartinê de û biryara destberdana Demîrtaş ya ji sîyasetê nêrînên xwe parve dikin.
Piştî encamên hilbijartinên Tirkiyê hatin ragihandin û partiya HDPê ya nêzî kurdan di wan hilbijartinan de dengên xwe kêm kirin, ev bo sedema derkatina reaksyonên cûda yên gel û hin berpirsên HDPê yên berê û yên niha.
Dema ku li Tirkiyê roja Yekşemê 28ê Gulanê gera duyan ya hilbijartinê pêk tê, berpirsên Partiya Çep ya Kesk xwe amade dikin û behsa sedemên ku çima dengên wan kêm bûne şirove dikin.
Ogan û Tifaqa Ata dê roja Duşemê biryara xwe eşkere dikin bê ka di 28ê Gulanê de ewê berê dengdêrên xwe bidin ber bi kîjan namzedî ve.
Mihemed Kiziltepe Miuxtarê Taxa Şêx Şamîl li Amedê behsa rewşa xiraba ya aborîya taxê Şêx Şamîl li Amedê û bandora wê li ser hilbijartinan dike.
Iro nêzî 60 mîlyon dengderên Tirkiyê yên ku mafê dengdanê heyî bo hilbijartina Serokomar û parlementoyê çûn sersindogan. Li navendeke bajarê Amedê apê Maaz Tanrikulu li qadê hilbijartin sema kir.
Hejmarek ji dengderên bajarê Amed/Diyarbekirê bo kameraya Dengê Amerîka axivîn û ramanên xwe yên derbarê dengdan û hilbijartinan anîn ziman.
15ê Gulanê roja zimanê Kurdî ye. Lê îsal ev roj rastê hilbijartinê tê. MEDDER, HDP, Tev gera Jinan, û Partîya Çep a Kesk li nivîsgeha jinan ya Partîya Çep a Kesk kom bûn, daxuyanîyek dan. Namzedên jin ên parlamenteriyê jî beşdar bûn.
Pirtir bar ke