Serokê Giştî yê Partîya Devayê Alî Babacan roja çarşemê serdana bakarî Amedê û bi Plaftorma Parastina Bajêr re civînek pêk anî.
Babacan prekonferansek jî lidarxist û derbarê rewşa ewlehîya hilbijartinê ziman û peyamên hikûmet û serokomar rexne kir.
"Di prosesa hilbijartinê da zimanekî bi hêrs û xezebê bikar tînin û ev jî rê ji tundûtûjîyê re vedike.”
Vê dawîyê Serokomarê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan wêneyê xwe yê Twîterê guhert û wêneyeke nû danî têde cakêtek leşkerî li ber xwe kiriye.
“Bi vî fotografî dibêjî qey dikeve şerekî mezin. Ev dibe delîl ku yê vê prosesê nexweş dike desthilatî bixwe ye. Ev jî rê li tundûtûjîyê vedike," Babacan got. "Helbet her kesek xwedî îdiayek sîyasî ye û azad e ku vê yekê bîne ziman, lê divê di nav aştî û aramîyê de bike. Divê xetên sor hebin ku ya pêşîn li dijî heqaret û tundîyê rabin. Divê ev helwesta hikûmetê be.''
Berî çend rojan jî bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu li bajarê Erzîromê rastê êrîşa bi keviran hat.
Wî daxuyanîya Erdogan û wezîrên hikumetê bibîr xist û got “daxuyanîya wan wekî ku piştgirtina van êrîşan bû, hema mabû bêjin: Ev êrîş pir li bejn û bala Erzîromê hat. Em li dijî van êrîşan û daxuyanîya wan derketin. Me bi awayekî vekirî got ji îro heta hilbijartinê eger tundîyek li ser sîyasetvan û welatîyan çê bibe, berpirsê wê dê hikûmet bixwe be.”
Babacan got hêza ewlehîya welat di kontrola hikûmetê da ye û hikûmet berpirs e ku ewlehîya hemî welatîyan misoger bike.
“Hilbijartin pêşbazîyek e di nav hikûmet û opozîsyonê da. Ew jî progandaya xwe dikin lê jibo ku ew hikûmet in, ne meşrû ye ku hemî erk û hêzên dewletê li dojî opozîsyonê bikarbînin. Hele divê hay ji zimanê xwe hebin ku bi peyamên xwe rê li tundîyê venekin, tu tevgerek bi tundî xweş nebînin.''
Babacan da xuyakirin ku îstîxbarata emnîyetê heye û erka wan jî jibo pêşîgirtina provaksyon an êrîşan e, û kontorla wê jî di destê hikûmetê de ye.
Çavdêr û rêxistinên mafên mirov yên navnetewî jî dibêjin ew derbarê ewlekarîya hilbijartinên 14'ê Gulanê xembar in.