Nivîskar Saîd Veroj, ser salvegera damezrandina Komara Kurdîstanê ya Mahabadê semînerek li Amedê pêşkêş kir. Veroj li ser rewşa li Kurdistana Sûrîye jî nîrxand û rewşa sîyasî ya li Rojhilata Navîn, bi şertên rojên Komara Kurdistanê re dan berhev.
Li Amedê komeleya Med-Der, bi navê Akademîya Ahmedê Xanî perwerdeya şêwe û bingehên fêrkirina bi Kurdî a şeş mehan da û 25 xwendekaran bawernamêyên xwe wergirtin. Med-Der di sala 2017'an de vebû û li ser çand û zimanê Kurdî xebatan dike û medeyên perwerdeya bi Kurdî amade dike.
Geşedanên li Rojava bala Kurdên li Tirkîye dikşîne. Hevdîtina Mazlum Ebdî û Mesud Barzanî jî jibo siberojê di nav Kurdan de hêvîyek çêkirîye. Rûniştvan, siyasetvan û rewşenbîrên Kurd ser wan geşedanan nêrîn û hêvîyên wan hene.
Li Amedê di 13'ê û 14'ê mehê de şaredarî û komelên çand û hunerê jibo pîrozkirina Sersala Kurdan bernameyên rengîn li dar xistin. Ev şahî, nifşên ji hev cihê tîne ba hev û gelek zarok bi van şahîyan cara yekê Sersala Kurdan nas dikin.
Serokê Tirkîye Recep Tayîp Erdogan roja Şemîyê li Amedê beşdarê kongreya partîya xwe AKP'ê bû û got divê rêxitina terorê bê qeyd û şert dest ji çekan berde û xwe tasfîye bike. Heman roj Demirtaş jî ragihand ew pastiglia vê pêvajoya nû dikin.
Serokomarê Tirkîye Recep Tayîp Erdogan roja Şemîyê serdana Amedê dike, di heman de şanda DEM Partiyê serdana Selahattin Demirtaş dike. hejmarek rûniştvanên Amedê ser pêvajo û hewildanên aştiyê nêrînên xwe parve dikin.
Xwendekara Zanînega Wanê, Rojîn Kabaîş 27'ê îlonê de hinda bûbû û piştî 18 rojan meytê wê li nava Behra Wanê hatibû dîtin. Sê meh in lêpirsîna ser mirina wê encam nebû û malbata wê li dijî îdiayên ku Rojînê xwe kuştîye tekoşînek didin.
Şanda DEM Partîyê piştî serdana Abdullah Ocalan, li parlemana Tirkîyê serdana partîyên sîyasî dike. Çavê Kurdan li ser van pêvajoyan in û Lurdên İzmîrê bîr û boçûnên xwe li dor van pêvajoyan parve dikin.
Li bajarê Amedê di sala borî ya 2024'an de pêşangeha 8'an ya pirtûkan hatbû vekirin, bi beşdariya 216 weşanxane û bi hezaran pirtûkan pêşangeh pêkhat.
Li Amedê çalakîya jibo şermezarkirina kuştina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hat asteng kirin. Jimareke rêxistinên rojnamevanî xwest xwepêşandanek bikin, lê polîsan dora wan girt û nehîşt ji gel kesek beşdar bibe. Tirkîye hîn jî derbarê kuştina rojnamevanan daxuyanîyeke fermî nedaye.
Partîya Heremên Demokratîk jibo pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratik çareser bibe, ji bajarên Amed, Ruha, Entabê ber bi Enqerê dest bi xwepêşandan bi navê ‘Meşa bo Azadî û çareserîya demokratîk’ kirin.
Li Amedê xwepeşandanên jibo piştgirîya Rojava didomîn. Bi sedan jin li meydana bajêr li dijî şer û kuştinan xwepêşandanek kir û bal kişand ser rewşa herêma Kurdan. Partîya Heremên Demokratîk (DBP) jibo gelê Rojava dest bi kampeyneke alîkarîyên mirovahî jî dike.
Li Amedê jibo Roja Navnetewî ya Mafên Mirov rêxistinên civaka sivîl hefteyek tê lidarxistin.
Êrîşên HTŞ'ê li herêmên Sûrîye rewşa derbiderên Kurd xerabtir dike. Bi hezaran malbatên Kurd li Sûriyê carek din derbider dibin. Partîyên sîyasî û rûniştvanên Amedê derbider kirin û êrîşên ser Kurdan protesto dikin.
Tahîr Elçî 9 sal berê li Amedê hat kuştin. Ji kuştina wî sê polî hatin dadgeh kirin, lê doza ku sê sal dom kir, bê encam ma û her sê polîs bêsûc hatin dîtin. Di salvegera 9'an ya kuştina wî de heval û hogirên wî soz dan ewê jibo cezakirina kujerên wî tekoşîna xwe bidomînin.
Wilayeta Amedê roja Yekşemê dirûşma ‘Jin,jîyan, azadî’ bi behaneya ku propaganda terorê ye qedexe kir. Jibo nehiştina tundiya li dijî jinan li Amedê meşek hat organîzekirin, lê polîsan meş qedexe kir.
Mutlu Kaya ku dikir di stranbêjîyê de bibe stêrka Tirkîyê, neh sal berê di êrîşa çekdarî ya zilamê ku dilê xwe kiribûyê bi giranî birîndar bû. Hê jî di mêjîyê wê de guleyek heye û jiyana wê bi wê gulê serûbin bû, çîroka xemgîn ya Mutlu di raprotê de.
Pirtir bar ke