Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupî (ECHR) cezakirina Osman Baydemîr ya jiber bikaranîna peyîva Kurdîstanê wek binpêkirina ‘mafê azadîya ramanê’ qebûl kir.
Dadgeh giheşt wê encamê ku xala 10’an ya Peymana Mafê Mirovan hatiye binpê kirin û li dewleta Tirkîye 16 hezar û 956 Euro cezayê diravî birî.
Endama Tirkîyê ya Dadgehê Saadet Yuksel jî jibo Baydemîr deng da.
Baydemîr di sala 2017’an de dema parlamanterê Ruhayê bû, di civînên budçeyê de gotarek pêşkêş kiribû.
“Ez ewladekî Kurd im û ji Kurdîstanê hatime, dixwazim ku ev meclîs bibe banîyeke hevpar ya gelê Kurd û Tirk,” Baydemîr gotibû.
Cîgira serokê parlamanê, parlamantera AKP’ê Ayşegul Demîrkapi gotina Baydemir birîbû û pirs kiribû ka Kurdîstan li ku derê ye.
Baydemîr jî destê xwe dabû ser dilê xwe û gotibû “Kurdîstan li vê derê ye”
Jiber peyîva Kurdîstanê Baydemîr ji Civata Giştî ya parlamanê hatibû derxistin, beşdarbûna xebatên parlamanê jibo du rojan ji wî re hatibû qedexe kirin û 12 hezar lîrayê Tirkî cezayê diravî li wê hatibû birîn.
Baydemîr li ser van biryaran serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê xistibû, lê dadgehê serdana wê qebûl nekiribû, loma wî ji ew doz biribû Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupî.