Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Baydemîr Dibêje Biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî Biryareke Dîrokî Ye


Parlamenterê berê yê bajarê Ruhayê Osman Baydemîr di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka helwesta xwe hember biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî (ECHR) derbarê doza wî nîşan da.

ECHR roja Sêşemê bi yekdengî jibo cezakirina sîyasetvanê Kurd giheşt wê encamê ku mafê wî yê azadîya ramanê hatîye binpê kirin û Tirkîye bi 16 hezar Euro ceza kir.

Baydemîr di sala 2017’an da jibo ku li parlamenê peyîva 'Kurdistanê' bi kar anîbû û jiber wê yekê hatibû ceza kirin.

Sîyasetvanê Kurd ji Dengê Amerîka re got ku biryara dadgeha Ewrupî dîrokî ye.

Li Tirkîyê, li Kurdistanê gelek mirov jiber bikaranîna peyîva Kurdistanê ji hêla dadgehan ve hatine darizandin, hatine ceza kirin, êşkence li wan hatiye kirin, ew ji kar hatine qewitandin, berdelên giran dane. 'Li meclîsa Tirkiye nenasîna Kurdistanê ne tenê binpêkirina mafê axaftinê bû, herwiha ew nenasîna 40 mîlyon Kurdan bû,'' Baydemîr got.

Wî geşbînîya xwe dîyar kir ku ew biryar dikare bibe destpêkeke nû.

''Bi raya min ev biryar ji niha û şûnve li hemû Bakurê Kurdistanê, li Tirkîyê, însanekî navê Kurdistanê êdî nikare bê darizandin û ceza kirin. Jiber ku biryara Ewrupa weke biryara bilind ya Tirkîyê ye, herwiha biryara mînakî ye ku divê hemû dadgeh û kes rêzê bide vê biryarê.''

Dadgeha Mafê Mirovan jibo hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û xêrxwazê Tirk Osman Kavala jî biryar dabû, lê Tirkîyê guh neda van birayaran û ew azad nekirin.

Gelo heman helwest dikare bandora xwe li ser vê biryara hember Baydemîr jî bike?

Sîyasetvanê Kurd bersîva vê pirsê û hinek pirsên din dide Dengê Amerîka. Kerem kin bi fayla deng ya jêrîn gudar bikin.

KHF_Baydemir_ECHR_Nirxandin
please wait

No media source currently available

0:00 0:12:27 0:00
XS
SM
MD
LG