Şîyar Kaymaz di dema bûyerên Licê de zarokek 12 salî bûye û hem şahid hem jî mexdurê wê demê ye. Lê berîya sê rojan agahdar bûye ku ''Ser Doza Licê hatîye girtin.''
Di bûyerên Licê de Şîyar birîndar bûye, zavayê wan jî mirîye. Lê, tekoşîna wan a li dadgehan bê encam ma.
Gumanbarê doza Licê, fermandarê malnişîn Eşref Hatîpoglu 7ê Tebaxa 2022an da mir û jibo ku tu di dozê de gumanbarek sax nema, 1emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Îzmîrê, di 2ê Gulanê da dozê xist.
Malbat meh û nîv şûnda agahadar bûn.
Li Licê Çi Bibû?
22’ê Cotmeha 1993’an da li bajarokê Licê ya Amedê, Fermandarê Heremê yê Cendermeyê Bahtîyar Aydin di encama sûikastek de hate kuştin.
Hate îdia kirin şervanên PKK’ê Aydin kuştine û li ser vê bûyerê li deverê operasyonên berfireh hate destpêkirin. Di encama van bûyeran da leşkerek û 14 sivîl hatin kuştin, lê tu şervanek PKK’ê mirî an sax bidest neket.
Di bûyeran da 35 welatî birîndar bûn, 400î zêdetir mal û 242 dikan şewitîn. Şahidên wê demê îdia dikin û dibêjin ''Li wir pevçûn tunebû, leşker Licê gulebaran û bombe dikirin.''
Di Prosesa Dadgehkirinê de Çi Bû?
Hêjayî bîrxistinê ye ku 20 sal piştî bûyeran, Serdozgerîya Amedê îdianameyek amade kir û fermandarê wê deme yê bajarokê Licê, Eşref Hatîpoglu û serbazek bi navê Tunay Yanardag weke gumanbar destnîşan kir. Her du jî bi ‘kuştina qestî’ û ‘Bi armanca gel teşvîqê serhildanê kirine’ hatin tawanbarkirin û doz di sala 2015’an da li Amedê destpêkir.
Bi hiceta ewlehîyê dozê veguhestin bajarê Eskişehirê, paşê jî birin îzmirê.
Tunay Yanardag berîya doz destpê bike mir, Hatîpoglu jî tenê carek beşdar bû û jiber temen û nexweşîyan ew ji dewamê hate azade kirin.
Şîyar behsa wê rûniştinê kir û got ''Hatîpoglu dema hate rûniştinê, weke fermandar axifî, got ku tu kes nikare ew dad bike.''
Di Kanûna 2018’an da dadgehê ji hemî sûcan Eşref Hatîpoglu beraat kir. Lê malbatên Licê dozê birin Dageha Bilind.
Fermandarê karkenar di 7’ê Tebaxa 2022’an da mir û Dadgeha Bilind jiber ku tu gumanberek ku were dadkirin nemaye, dosyeyê hinart Dadgeha îzmîrê.
1emîn Dadgeha Cezaya Giran ya îzmîrê bêyî ku dozdaran agahdar bike, di 2ê Gulanê da ser doza Doza Licê girt û malbat piştî meh û nîv ji biryara dadgehê agahdar bûn.
Malbat Dozê Dibin Dadgeha Mafê Mirovan
Şîyar jî da zanîn ew sê roj berê ji biryara dadgehê agahdar bûye.
Wî destnîşan kir di wan bûyeran da dema leşker li ser malan, dikanan gulebaran kirîye ew jî birîndar bûye.
'’Birîna guleyan baş bû, cîyê şopa wê li ser laşe min e lê birîna li ser derûnî û ziyana can bi tu awayî baş nabe'' got Şîyar Kaymaz.
Wî dîyar kir dexwaza malbatan ne tenê cezakirina du kesan bû.
''Me dixwest komîsyonek were ava kirin jibo heqîqet û edaletê. Jiber ku ev ne tenê qebeheta du kesan e, karbidest û rêvebirên dewletê yên wê deme jî sûcdar in. Me ji dewletê lêborîn dixwest.''
Wî got tekoşîna wan a jibo heqîqat û edaletê dê bidome û ew dê doza xwe bibin Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupayê.
Ji Kuştina Bahtiyar Aydin Gundîyek Hate Ceza kirin
Hêjayî gotinê ye ku ji kuştina fermandar Bahtîyar Aydin gundîyê ku navê wî Mehmet Emîn Ozkan e hate sûcdarkirin û girtin. Digel ku kesên li ser wî şahidî kirine, paşê gotin ‘’Di bin îşkencê de mecbûr mane Ozkan sûcdar bikin'' lê biryara dadgehê neguherî û bi tawana ku Aydin kuştîye, cezayê hetahetayê li Ozkan birî.
Ew 27 sal in girtî ye û 85 salî ye. Evûqatên wî jî dibêjin 'Piştî ku ser Doza Licê hate girtin divê Ozkan jî were berdan'' lê helwesta dadgehê nehate guhertin.