Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Di Navbera Gerên Yekem û Duyem Yên Hilbijartinan De


Roja şemiyê li deriye gimrukan, li 73 welatan li 151 nuneritiyan dengdan destpêkir li van welatan heta 24ê gulanê dengdan dê bidome.

Lijneya Bilind ya Hilbijartinê (YSK) roja Înê encama fermî ya hilbjartinê eşkere kir. Li gorî wê, rêjeya dengen namzedê Tifaqa Komarî û Serokê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49,52 e. Erdogan 27 milyon û 133 hezar û 849 deng wergirtine.

Rêjeya denge namzedê Tifaqa Millî û Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu jî ji sedî 44,88 e. 24 milyon û 595 hezar û 178 dengdêr jî dengên xwe dane Kemal Kiliçdargolu.

Rêjeya namzedê Tifaqa Ata Sînan Ogan jî ji sedî 5,1 e. 2 milyon û 831 hezar û 239 kes jî dengên xwe dane Ogan.

Tirkiyê li 73 welatan herwiha li deriyê gimrugan jî sindoq danîn. Beşdarîya welatiyên Tirkiyê li derve jî ji sedî 52,6 bû.

Rêyeja dengên Erdogan ji sedî 57,7 bû ku 967 hezar û 180 deng ji van welatan herwiha ji gimrugan ji Erdogan re hatibûn.

Rêjeya dengên derve yên ji bo Kiliçdaroglu jî ji 39,57 bû. 665 hezar û 111 ji 73 welatan; ji gimrugan jî 56 hezar û 318 dengdêr deng dabûn Kemal Kiliçdaroglu.

Dengên ji welatên derve ji bo Sinan Ogan jî 28 hezar û 218 bûn, ji gimrugan jî 6 hezar û 408 kes deng dabûn Ogan.

Di hilbijartinê da ji bo serokomariyê 52 milyon û 972 hezar û 934 deng hatin dayîn, tevî yê welatên derve, 54 milyon û 796 hezar û 49 deng ji bo serokmariyê hatine dayîn.

Li gorî lêkolînan 8 milyon û 352 hezar û 496 kes neçûne dengdanê, 1 milyon û 036 hezar û 565 deng jî betal bûne.

Beşdarîya hilbjartinê ji sedî 88 bû ku ev rêjeyek pir e ji bo Tirkiyê û li ser asta cîhanê jî.

Lê li Bajarên Kurdan beşdarîya hilbjartinê kêm bûye.

Lê li 19 bajaran beşdarî di binîya ji sedî 85an bû. 17 Bajar jî bajarên Kurdan bû. Digel ku dengên Kemal Kiliçdaroglu zêde bûn lê bi milyonan dengdêr neçûn ser sindoqan.

Weke mînak li Amedê di hilbjartina 2018an da beşdariya hilbjartinê ji sedî 83,93 bû lê di 14ê Gulanê da ji 81,70 bû.

Li Wanê dengdan ji sedî 83,34an daketiye ji sedî 78,62an.

Li rojhilat û bakurê rojhilatê Tirkiyê, taybet li bajarên Kurdan hejmara kesên neçûne dengdanê ev in: Ruha 221 hezar, Amed 210 hezar, Entap 195 hezar, Wanê 151 hezar, Mêrdînê 94 hezar, Agirî 84 hezar, Semsur 72 hezar, Batmanê 61 hezar, Şirnex 50 hezar, Sêrt 33 hezar, Hekkarî 31 hezar, Bedlis 41 hezar, Muş 42 hezar, Bingol 41 hezar, Meletî 97 hezar, Eleziz 61 hezar, İdir 28 hezar, Erzirom 70 hezar, Qers 38 hezar, û Dersim 8 hezar.

Li van 20 bajaran 1 milyon û 628 hezar kes dengên xwe nedane.

Di nav van bajaran da Semsur, Ruha, Amed, Entab, Meletî jî di nav herêma erdhêjê da bûn.

Li bajarên Erdhêjê jî, beşdarîya Hilbjartinê kêm bû.

Dema em di çarçova erdhêjê da li hejmara bajaran binerin, bi giştî 1 milyon û 424 hezar runiştvanên herêma erdhêjê jî neçûne dengdanê: Hatay 179 hezar, Kilis 110 hezar, Edene 201 hezar, Osmaniye 47 hezar, Mereş 110 hezar, Entab 195 hezar, Semsur 72 hezar, Diyarbakır 210 hezar, Malatya 79 hezar, Ruha 221 hezar

Bandora Sînan Ogan Li Ser Van Hilbijartinan

Li Stembolê milyonek zêdetir dengdêr neçûne ser sindoqan.

Tevî dengên ku nehatine dayîn, herwiha yên betal bûne û digel dengên Sînan Ogan û Muharrem Înce, nêzîkî 12 milyon deng hene.

Çavê Kemal Kiliçdaroglu û Recep Tayyîp Erdogan niha li van dengan e.

Erdogan roja Şemiyê li Semsurê bû. Li bajarê Semsurê rêjeya dengên Erdogan ji sedî 66ê bû. Wî li vî bajarî li bajarê Konteynere gotarek da û Kiliçdargolu kir hedef.

Erdogan got, ''Siyasetvan xizmetkarên gel in, divê piştevanîya gel rast bikin, divê ji bo gel berheman biafirînin, divê hêvî û bawerîyê bidin gel.''

Kemal Kiliçdaroglu jî li ser medya civakî peyamek da û got ''Ev ne hilbijartin e, ew referandum e, montaj û nebûyên li me kirin, bandor li ser encama hilbjartinê kir. Li hember vê namerdiyê divê em bi hev re tekoşînekê bidin. Kî ji welatê xwe hez dike divê werin ser sindoqan û deng bidin.’’

Sînan Ogan namzedê Partîya Zaferê û Tifaqa Ata ye. Erdogan roja Înê bi Sînan Ogan re hevdîtinek kir, Kiliçdaroglu jî bi serokê Partîya Zaferê re.

Ogan û Tifaqa Ata dê roja Duşemê biryara xwe eşkere dikin bê ka di 28ê Gulanê de ewê berê dengdêrên xwe bidin ber bi kîjan namzedî ve.

Niha opozisyon dibêje piranîya kursîyan di destê Tifaqa Komarî da ye, lê ger Kiliçdaroglu bibe serokomar dê li parlamenê hevsengiyek çêbe.

Raporta Deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:27 0:00

XS
SM
MD
LG