Bi dirêjahiya dîroka nû ya dewleta Sûriyê, Kurd weku netewe nebûne xwedî çi mafekî siyasî yan çandî, lê piştî serhildana gelê Sûrî rewşeke cuda li deverên Kurdan peyda bûye û desthilateke nû hatiye holê.
Çekdarên Dewleta Îslamî dest bi wêrankirna şûnwarên bajêrî Mûsil yê bakurê Îraqî dikin,
Hevrîkîya Sone û Şîa li rojhalata navin bi taybet piştî ladana rijêma berê ya Îraqê zêdetir bo û Îranê bi derfet zanî siyaseta xew liser çendîn walatan bi sepîne.
Li vê dema rêberê PKK Ebdula Ocalan beyannameke10 xalî jibo pêvajoya aştiyê radigihîne, serokê Tirkiyê di daxuyaniyekê de dibêje, eger şervanên PKK dest ji çekan berdin ev nayê wê wateyê ku leşker û polîsê Tirkiy dest ji çekan berdin.
Şervanên YPG, YPJ ligel alîkariya xelkê deverê, çekdarên Dewleta Îslamî (Daîş) bi paş de birine û ev serkeftin gelekî girîng tê dîtin, jiber ku riya sereke li navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê kontrol dike.
Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Ebdula Ocalan 10 xalan jibo hikûmeta Tirkiyê diyar dike da şervanên PKK dest ji çek berdin.
Çekdarên Dewleta Îslamî (Daîş) êrîşek bi ser devera Bexdadî ya parêzgeha Anbar de kir, piştî vekêşana leşkerên Îraqî. Di encamê de jimareke kesên sivîl hatin kuştin.
Çekdarên Dewleta Îslamî (Daîş) êrîşên berdewan bi ser deverên Giwêr û Mexmûr dikin, li vê dema ku hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan didin û hewl didin wan têk bibin.
Her tim li dema hilbijartinan li Tirkîyê, hikûmeta Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) bêtir behsa pêvajoya aştiyê ligel Kurdan dike, lê piştî derbasbûna hilbijartinan hikometa heman siyaseta xwe ya berê birêve dibe.
Pirtir ji 10 salan li ser şerê dijî terora cîhanî derbas bûne, lê hîn şer germ e û çekdarên terorîst komkujiyan li Şengal û Sûriye û Îraqê û heta Lîbyayê pêk tînin.
Êrîşên terorîst li Fransa û Denmarkê û hewlên kiryarên tund li Ewropay bûne egera guhertina qanûnan li çend welatên Ewropayê.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Stefan De Mistura ragihand ku nakokiya Sûrîyê bi riya leşkerî çareser nabe, lê bi riya siyasî û gerek e rejîma Sûrî bibe beşek ji vê çareseriyê.
Cîgirê serokê komîteya Pêşmergeyan li parlamena herêma Kurdistanê Dilêr Mawetî di hevpeyvînehê de ligel Dengê Amerîka dibêje, çekdarên Daîşê di rewşeke xirab de derbas dibin, lewra wan xwest ku morala şervanên xwe bi riya belavkirina vîdyoyeke Pêşmergeyên dîl bilind bike.
Kurdistan bûye armanca êrşên berfireh yên çekdarên Dewleta Îslamî (Daîş), herçend e medyaya Kurdî hewila veguhestina bûyeran dide û ramalina şerî bo xelkê Kurdistan û cîhanê vediguhêze, lê hîn ne di asta pêdivî de ye.
Çekdarên Dewleta Îslamî (Daîş) êrîşeke mezin bi ser devera Bexdadî ya Parêzgeha Enbar pêk anîne ku nêzîkî bingeha leşkerî ya Esade. Hêzên Amerîkî li wê bingehê rahênanê didin leşkerên Îraqî.
Zanîngeha Ezherê ligel 40 kesayetiyên nûnerên dezgehên olî û û akademî bi beşdarbûna Şahê Urdunê, konfranseke navneteweyî dijî terorê li Emman paytexta Urdunê pêk anî.
Kombûna Lêvegera Siyasî ya Kurdên Sûriyê li Qamişlo gavek bû ber bi yekgirtina Kurdan ve li hember gefeya terorîstên Dewleta Îslamî (Daîş) û herwiha jibo peydakirina derfetekê jibo nûnertiya Kurdan li ser asta siyasî û diplomasî.
Hunermenda grafîk Reşa Salih xelata duwem li pêşbaziya Rafa Al-Nasirî ya hunerî li ser asta çend welatên Ereb bidest xist.
Hêzên Pêşmegeyên Kurdistanê bi dirêjahiya bêtir ji 100 Kîlometran bersingê çekdarên Dewleta Îslamî (Daîş) digirin û deverên derveyî desthilata hikûmeta Herêma Kurdistanê careke dî kontrol dikin.
Gelek dibêjin, ewê hikûmeta Îraqê fişarê li Kurdan bike da ku Pêşmerge ji van deverên madeya 140 vekêşin.
Pirtir bar ke