Kurdistan bûye armanca êrşên berfireh yên çekdarên Dewleta Îslamî (Daîş), herçend e medyaya Kurdî hewila veguhestina bûyeran dide û ramalina şerî bo xelkê Kurdistan û cîhanê vediguhêze, lê hîn ne di asta pêdivî de ye.
Serokê şaxê Duhokê yê Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê Îsmaîl Cangîr dibêje, medyaya Kurdî û herwesa dezgehên diplomatên Kurdan ne serkeftî bûn di gihandinna peyama Kurdan, jiber ku ew zimanê navxweyî bikar tînin.
Birêz Cangîr got, dezgehên ragihandina Kurdî xemsar in di warî belavkirina peyamên şerî de dijî Daîşê, jiber ku girîngiyê nadin beşên zimanên biyanî.