Bi dirêjahiya dîroka nû ya dewleta Sûriyê, Kurd weku netewe nebûne xwedî çi mafekî siyasî yan çandî, lê piştî serhildana gelê Sûrî rewşeke cuda li deverên Kurdan peyda bûye û desthilateke nû hatiye holê.
Ev desthilat bi navê rêvebiriya xweser ji aliyê Partîya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hatiye duristkirin, li dema ku aliyên din yên Kurdan tevlî Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyoana Sûrî bûn.
Pirsyar ev e, aya şêwazê mana Kurdan di nav Sûriya paşerojê de wê çawa be?
Lêkoler Hoşeng Osê di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka dibêje, deverên Kurdan ne di destên Kurdan de ne, lê rejîma Sûrî li pişt perdê wan birêve dibe. Wî got, Kurd li Rojavayê Kurdistanê beşek in ji vê desthilata nû, lê ew ne xwediyê desthilatê ne.
Birêz Osê herwiha da zanîn ku Kurd ti caran nebûne xwedî projeyeke cudakirina Sûriyê, lê daxwaza mafên xwe yên rewa di nav Sûriya yekgirtî dikin.
Nivîskarê Kurd herwiha got, eger rewş Kurdan ya heyî bi vî şêweyî berdewam bike, ewê paşeroja wan li Sûriyê xirab be.