Kombûna Lêvegera Siyasî ya Kurdên Sûriyê li Qamişlo gavek bû ber bi yekgirtina Kurdan ve li hember gefeya terorîstên Dewleta Îslamî (Daîş) û herwiha jibo peydakirina derfetekê jibo nûnertiya Kurdan li ser asta siyasî û diplomasî.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê- El Partî û endamê “Lêvegera Siyasî” birêz Nesredîn Brahîm dibêje, ji encama kombûna Qamişlo çend komîte hatine duristkirin jibo yekkirina hêza leşkerî û birêvebirina Rojavayê Kurdistanê.
Birêz Brahîm herwiha got, “Lêvegera Siyasî” yekbûna Kurdan çê kir hember gefeyên li ser Rojava û ji bo bidestxistina piştgiriya welatên dijî terorê.