Êrîşên terorîst li Fransa û Denmarkê û hewlên kiryarên tund li Ewropay bûne egera guhertina qanûnan li çend welatên Ewropayê.
Cemîl Şwan, welatiyê Kurd li welatê Denmarkê gote Dengê Amerîka, xelkê Denmark û tevahiya Ewropa ji tundkirina qanûnên van welatan razî ne, ji ber bûyerên Fransa û Denmarkê diyar kirin ku ewlekariya wan di metirsiyê de ye.
Birêz Şwan herwisa got, standina van biryaran li çend welatên Ewropayî ji xelkê re wekî gavek jibo parastina wan tê nîşandan.