Hêzên Pêşmegeyên Kurdistanê bi dirêjahiya bêtir ji 100 Kîlometran bersingê çekdarên Dewleta Îslamî (Daîş) digirin û deverên derveyî desthilata hikûmeta Herêma Kurdistanê careke dî kontrol dikin.
Di mêzgirdeke taybet de ligel Hesen Baram Cîgirê berpirsê Malbendê Germiyan û Neqîn Mistafa Şerefanî ji fermandeya hêzên Pêşmerge ya Duhokê behsa azadkirina Wanikî û pêşrewên beroka şer li Kerkûkê dikin.
Herdu berpirsan ji Dengê Amerîka re tekez kirin ku hêzên Pêşmerge desberdayî xaka Kurdistanê nakin, li dema ku ew daxwaza alîkariyeke zortir ya siyasî û leşkerî ji havlbend û hevpeymaniya navneteweyî kirin.