Berî hefteyekê ji dema hilbijartinên Tirkiyê, rikeberî hîn berdewam e di navbera alî û partiyên beșdar de li welêt.
Hevpeymaniya Opozisyona Sûrî di daxuyaniyekê de partiya Yekîtiya Demuqrat(PYD) tawanbar kir bi kiryarên terorî li parêzgeha Hesekê.
Bi deh hezaran darên zeytûnê li gundên hêrêma Kobaniyê șewitîn, û çi sedemên berbiçav hîn jêre nehatine dîtin.
Kurd wek pêkhateyeke serkîn di Tirkiyê de, rol û beșdarbûna wan di hilbijartinan de bala hemî çavdêr û aliyên siyasî dikșîne.
Pêșveçûnên leșkerî yên Daiș li bajarê Tidmur gelek pirs derxistin holê ji aliyê bicîhîștina bajêr ji aliyê hêzên girêdayî bi rêjîma Esed ve.
Șandeka Kantona Kobaniyê, serdana xwe ya Ewropa ku mehekê dirêj kir bidawî anî, piştî li gelek welatên Ewropî geriya û kombûn li gel xemxur û berpirsên wan li dar xist
Daiș di van demên dawî de bi awakî berbiçav pêșketinên leșkerî qezenc dike, di demekê de ku hêzên navnetewî hewil didin hêza wê tune bikin û erîșên wê rawestînin.
Şer li parêzgeha Hesekê, di navbera șervanên Kurd û çekdarên Daiș de berdewam e piștî rizgarkirina hindek gundên din ji bin destê Daiș li Serê Kaniyê.
Du zarokên Kurd li rojavayê bajarê Kobanîyê jiyana xwe ji dest dan piștî teqîna bumbeyekê ku Daiș li dû xwe hîștibûn piștî derketina wan ji bajêr û gundewarên wê.
Șandê taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Staffen De Mistura kombûnek li gel șandê Encûmena Niștimanî ya Kurdî li Sûriyê(ENK-S) li dar xist û bîr û boçûnên wan ji wan wergirtin.
Partiya Yekîtî Niștimanî Kurdistanî(YNK) 7 partiyên Kurdên Sûriyê vexwendin e Sulêmaniyê ji bo guftûgo kirina rewșa siyasî û nakokiyên heyî li Kurdistana Sûriyê.
Haco dibêje, ew wek ENKS hîn bo danûstandinên Cenevre nehatine vexwendin, lê ger bên vexwendin ewê biçin û nerînên xwe bidin
Ji roja damezrandina Encûmena Niștimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENK-S) de, ew gelek caran rastî kosp û bendan hatiyê ku wê bi șûnve dibe û nikare çi gavan ber bi pêș bavêje.
Mirina keça Kurd Ferînaz Xesirwanî li bajarê Mihabad, bû sedema xwepêșandan û mangirtinan li gelek bajarên din yên Kurdan.
Rewșa niha ya herêma Cizîrê û bajarê Kobaniyê, babeta kombûnekê bûn di navbera niwêneratiya ENK-S li Tirkiyê û wezareta derve de.
Șerê Daiș yê li ser gelek eniyan û hewla wê bo ferehkirina navçeyên Xîlafeta xwe, di van demên dawiyê de, li gor hin șareza, dihêle ew li Sûriyê û Îraqê lawaz bibe.
Li gor raporteka Reuters, bi sedan endamên tevgera Ixwan el- Muslimîn vegeriyane Sûriyê da ku tevgera xwe ji nûve avakin.
Gelek riyaksyon di derbarê konferansa Amedê de derketin holê ji aliyê xelkê Kobaniyê bixwe ve, hinekan piștgiriya wê kir û hinekan jî ew wekû propaganda binav kirin.
Kesek di vî șerî de bi ser neket, hemî têkçûn, gelek ji wan dibêjin, û gelek jî hîn hewil didin bi durișm û siloganên siyasî șikestina mirovatiyê li Sûriyê veșêrin.
Di van demên dawî de li gor hin çalakvanên Sûrî, gurûpên tundrew pêșketinên leșkerî li gelek bajar û deverên Sûriyê bi dest xistin.
Pirtir bar ke