Șerê Daiș yê li ser gelek eniyan û hewla wê bo ferehkirina navçeyên Xîlafeta xwe, di van demên dawiyê de, li gor hin șareza û çavdêran, bandorê dide ser hêza wê û dihêle ew li Sûriyê û Îraqê lawaz bibe.
Șarezayê Șerîeta Îslamî û mamosteyê geșepêdana mirovî li zanîngeha Sulêmaniyê Elaiddîn Cengo, ji Dengê Amerîka re ronî da ser vê babetê û got:
“Serkeftinên hin aliyên opozisyona Sûrî li hin navçeyan, pêșketina artêșa Îraqî û hêzên pêșmergeyên herêma Kurdistana Îraqê û her wiha alîkariyên civaka navnetewî di vê derbarê de, hemî bûn fakter ku hêza Daiș lawaz bibe.”
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke