Gelek riyaksyon di derbarê konferansa Amedê de derketin holê ji aliyê xelkê Kobaniyê bixwe ve, hinekan piștgiriya wê kir û hinekan jî ew wekû propaganda binav kirin.
Endamê serkirdeyê Partiya Demuqrata Kurdistanî- Sûriyê(PDK-S) rêzdar Elî Muslim, ji Dengê Amerîka re ev babet șîrove kir û got:
“Rewșa Kobaniyê bi rewșa giștiya Sûriyê ve girêdaye û em baș dizanin ku cîhan tenê ji bo Kobaniyê tevlî piroseya nûavakirinê nabe. Wate ewe ku pêwîstbû Kurd di navbera xwe bi xwe de, yek biyarbin di vê derbarê de, û di konferansa Amedê de jî ev yek nebû.”
Ji bo guhdarîkirina li vê hevpeyvînê, faylê deng veke