Ev bû çend rojin, bi deh hezaran darên zeytûnê li gundên hêrêma Kobaniyê șewitîn, û çi sedemên berbiçav hîn jê re nehatine dîtin. Di demekê de ku piraniya xelkê Kobaniyê hîn li aliyê sînor yê din e.
Siyasetmedar Elaidîn Hemam, ji Dengê Amerîka re ev babet șîrove kir û got:
“Herçendî sedemên șewitandinê ne diyarin lê xemsariya hemwelatiyan û rêveberiya Kantona Kobaniyê hîșt ku ev agir rûberên berfeh bidin ber xwe. Rêvebiriyê madeya mazotê bi erzanî da hemwelatiyan ji bo duristkirina çeperan li dor rezên zeytûnê lê gelekan ji wan ew mazot firoșt û rêvebiriyê jî ev babet bi awakî guncaw ne șopand.”
Hemam ku niha li Kobaniyê dimîne, dupat kir ku li gel ziyanên mezin yên abûrî, kesek ji hemwelatiyan rastî șewatê nehat.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke