Gotûbêja seroktîyê roja Pêncşemê bi şev li bajarê Atlanta pêk hat û ji alîyê televizyona CNN ve hate birêvebirin.
Karbidestên îstixbarat û ewlekarî xembar in, ku dibe êndamên koma têrorîst ya Dewleta Îslamî (DAIŞ) jî ser sînorê başûr Meksîko derbazî nava Amerîka dibin.
Ev gotûbêja ku li bajarê Atlantayê ji alîyê televizyona CNN ve tê birêvebirin, wekî dubarekirina gotûbêjên berî hilbijartinan 2020’an tê dîtin
Gotûbêja yekê ya hilbijartinên seroktîya Amerîkayê roja Pêncşemê êvarî destpê dike. Gotûbêj ji alîyê televizyona CNN ve tê birêvebirin.
Îro Pêncşemê qonaxa grûpan di pêşbirkên Kupaya Ewrupayê (Euro 2024) de bi çar lîstikan bi dawî dibe.
Pêşbazîyên Euro 2024 ya futbolê ev deh roj in li Almanyayê berdewam dikin, tê de hêdî hêdî nasnameya tîmên ku derbazî qonaxa 16’an dibin zelal dibe.
Bi mêvandarîya Amerîkayê, 16 tîm ku li ser çar grûpan hatine dabeşkirin beşdarî vê qehremanîya futbolê dibin. Lîstikên vê kupayê li 14 stadyumên seranserê Amerîkayê pêk tên.
Rûsya bi şev bi hejmareke mezin ya muşek û dronan êrîş birin ser navendên enerjîyê yên Ukrayna û zîyan dan wan.
Rêberê Hizbulahê yê li Lubnanê Hasan Nasralah got ku eger koma çekdar ya Lubnanî û Îsraîl şer bikin, ewê li Îsraîlê ti cîh ne ewle be.
Lîstikên Kupaya Ewrupa (Euro 2024) li Almanyayê didomin, pê re jî asta pêşbazîya di navbera tîmên beşdar de bilindtir dibe.
Juneteenth tê wateya 19’ê Hezîranê. Ev cejn nîşana wê rojê ye dema sala 1856’an şerê navxweyî yê Amerîka bi fermî bi dawî bû û pê re jî koledarîya li welêt.
Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê ragihand ku heta niha 13 welatîyên Kurdistana îraqê li Erebistana Saudîyê mirine û çarenivîsa 20 hecîyên din ne dîyar e.
Hilcivîna NATO wê di 9-12 Tîrmehê de pêk were, ku hevpeymanîya berfirehtir ya bi endamên nû wêcara ewil li Washingtonê kom bibin.
Gera yekê ya qonaxa grûpan li Kupaya Ewrupayê (Euro 2024) ya futbolê îro Sêşemê bi du lîstikan bidawî dibe.
Lîstikên futbolê yên Kupaya Ewrupayê (Euro 2024) li Almanyayê di roja çaran de ligel germa havînê germtir dibin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku wî kabîneya şer, ku piştî êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê hatibû ava kirin, belav kiriye.
Papayê Vatîkanê îro Înê beşdarî civînên G7 li Îltayayê dibe bi armanca ku ligel rêberan mijarên girêdayî hişberîya çêkirî (AI) gotûbêj bike.
Euro 2024 ji 14'ê Hezîranê heta 14'ê Tîrmehê dirêj dike. Di vê demê de ewê 51 lîstikên futbolê li 10 stadyumên seranserê Almanyayê werin lîstin.
Amerîka dibêje ku di lîsteya nû ya toleyan de bi dehan kompanîyên li Çînê, li Rûsya û yên li welatên din wek li Tirkîye û Mîrgehên Ereb yên Yekbûyî jî hene.
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg got ku Ukrayna dikare li armancên leşkerî li nav Rûsyayê bide da ku berevanîya xwe hember êrîşan bike.
Pirtir bar ke