Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Trump Amadekarîyên Gotûbêja Yekê Dikin


Yek ji sê gotûbêjên hilbijartinên 2020'an di navbera Biden û Trump de.
Yek ji sê gotûbêjên hilbijartinên 2020'an di navbera Biden û Trump de.

Serokê Amerîkî û berbijarê Demokrat Joe Biden amadekarîyên gotûbêja xwe ya yekê ligel hevrikê xwe yê Komarî û serokê berê Donald Trump dike.

Gotûbêja yekê ya hilbijartinên seroktîya Amerîkayê roja Pêncşemê êvarî destpê dike. Gotûbêj ji alîyê televizyona CNN ve tê birêvebirin.

Ev cara yekê ye ku Biden û Trump di çarçoveya kempeynên hilbijartinên 2024’an de wê werin pêş hev. Lê jibo dengderên Amerîkî ev yek dê dubarekirina hilbijartinên sala 2020’an e ku tê de herdu siyasetvanan hevrikî kir û Biden biser ket.

Lê li şûna ku wekî carên berê sê gotûbêj demeke kurt berî dema hilbijartinan, ku 5'ê Mijdarê tên kirin, îsal tenê du gotûbêj tên kirin. Ji bilî ya sibe Pêncşemê, yek din 10’ê Îlonê pêk tê.

Gotûbêja seroktîyê dê ji alîyê bêjerên CNN Jake Tapper û Dana Bash ve were birêvebirin.

Wê Dengê Amerîka nûçeyên derbarê gotûbêja sibe gav bi gav jibo xwendevanên xwe bişopîne.

XS
SM
MD
LG