Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Toleyên Dijî Rûsya Berfireh Dike


Dîmenek ji kargeheke artêşa Rûsî, ku hilberîna wesayîtên zirxî yên leşkerî nîşan dide, 11 Tîrmeha 2023
Dîmenek ji kargeheke artêşa Rûsî, ku hilberîna wesayîtên zirxî yên leşkerî nîşan dide, 11 Tîrmeha 2023

Amerîka toleyên ser Rûsya roja Çarşemê berfireh kirin, tê de zêdetirî 300 sazî û kesên nû, "ku hilber û karsazîyên wan rê didin Rûsyayê hewlên xwe yên şer bidomîne û toleyan binpê bike."

Wezareta Xezîneyê ya Amerîka ragihand ku di lîsteya nû ya toleyan de bi dehan kompanîyên li Çînê, li Rûsya û yên li welatên din wek li Tirkîye û Mîrgehên Ereb yên Yekbûyî jî hene.

Toleyên nû ji alîyê Wezîra Xezîneyê Janet Yellen ve, bi daxuyanîyeke nivîskî hat ragihandin.

Yellen aborîya Rûsya wek ya şer binav kir û got ku ew ji sîstema darayî ya navnetewî bi xurtî hatiye dûrxistin, ku artêşa Kremlînê di gihîştina cîhana derve de bêhêvî dihêle.

Wezîra Xezîneyê Janet Yellen.
Wezîra Xezîneyê Janet Yellen.

"Bi toleyên îro, derbe li rêyên wan yên mayî yên jibo materyal û alavên navnetewî tên xistin, di nav de girêdana wan ya ser peydakirinên girîng yên ji welatên sêyemîn jî hene," Yellen got.

Karbidestên Amerîkî fîkarên xwe dîyar dikin ku tevî toleyan, Rûsya dikare alavên jibo çekên pêşketî pêwîst in peyda bike.

"Emê karanîna hemî amûrên di destê xwe de bidomînin, jibo astengkirina Rûsyayê ku sîstema darayî ya navneteweyî bo meşandina şerê xwe bikar neyîne, jibo têkbirina torên piştgirîyê bo bingeha leşkerî-pîşesazîya Rûsyayê, û jibo zêdekirina lêçûnên Rûsya, dema Putin êrîşkarîya xwe ya dijî Ukrayna berdewam dike," Wezîrê Derve Antony Blinken got.

Ji destpêka şerê Ukrayna di 2022’an ve, Amerîka siza danîne ser zêdetirî 4 hezar karsaz û kesayetîyên Rûsî.

Dema ragihandina toleyên nû yên Amerîka balkêş e, rojeke berî Hilcivîna koma Heft (G7) li Îtalyayê, ku rêberên 7 aborîyên herî dewlemend wê piştgirîya bo Ukrayna û rawestandina hilberîna leşkerî ya Rûsyayê, nîqaş bikin.

XS
SM
MD
LG