Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Êrîşan Dibe ser Navendên Enerjîya Ukrayna


Rûsya bi şev bi hejmareke mezin ya muşek û dronan êrîş birin ser navendên enerjîyê yên Ukrayna û zîyan dan wan.

Ukrayna do Çarşemê ragihandibû ku ewê jiber şer hin xetên elektrîkê werin qut kirin û êrîşên Rûsya jî li dû wê daxuyanîyê hatin.

Ukrenergo, kompanîya enerjîyê li Ukraynayê, dîyar kir ku êrîşên li ser santralan zîyanên mezin çêkirine û di êrîşan de 3 karker birîndar bûne.

Wê kompanîyê ragihand ku alavên li Vinnytsia, Dnipropetrovsk, Donetsk û Kîevê zîyan dîtine.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy serê vê mehê gotibû ku êrîşên muşekî û dronî yên Rûsya karîna wan ya çêkirina elektrîkê daxistiye nîvê asta sala borî.

Zelenskyy di axaftina xwe ya rojane de dîyar kir ku karbidestên hikûmetê ser başkirina rewşa elektrîkê dixebitin.

Wî dîyar kir ku ewê çareserîyên wisa bibînin ku welatî bi kêmbûna enerjî û nebûna elektrîkê re rûbirû nemînin.

Artêşa Ukrayna da zanîn ku Rûsya roja Pêncşemê 9 muşek û 27 dron firandine ser 10 herêmên welêt ku hêzên wê ji 5 muşek û tevahîya dronan xistine xwarê.

Li gor ragihandina artêşê, Rûsya êrîş bi piranî birine ser rojhilata Ukrayna û bi taybetî jî li ser Dnipropetrovskê êrîş çêbûne.

Walîyê Dnipropetrovsk dîyar kir ku di êrîşê de 3 kes birîndar bûne û 7 malan jî zîyan dîtine.

Walîyê herêma Krasnodar ya li başûrê Rûsya droneke Ukrayna bi şev êrîş biriye ser depoya petrolê û li bajarê Slavyansk-na-Kubani jî jinek bi êrîşê hatiye kuştin.

Hinek agahîyên di vê nûçeyê de ji Reuters û AFP hatine wergirtin.

XS
SM
MD
LG