Serokê Amerîkî Joe Biden û serokê berê Donald Trump di gotûbêja yekê ya hilbijartinên seroktîyê de li ser gelek mijaran hember hev derketin, wekî aborîya Amerîkayê, siyaseta derve û koçberîya bi rîya sînorê ligel Meksîkê.
Gotûbêja seroktîyê roja Pêncşemê bi şev li bajarê Atlanta pêk hat û ji alîyê televizyona CNN ve hate birêvebirin.
Di destpêka axaftina xwe de Trump got: “Em bûne wekî welatekî Cîhana Sêyan û ev şerm e. Nema êdî rêz li me tê girtin. Yên din bawer dikin em ne jîr in.”
Biden berê xwe bi Trump ve kir û got: “Ev serokê herî xirab di dîroka Amerîkayê de ye. Demokrasîya Amerîkî li cem vî kesî bê wate ye.” Biden axaftina xwe ser bingeha lêkolîna komeke dîrokzan ava kir ku îsal gotibûn Trump di rêza dawî ye ji nav her 46 serokên welêt.
Trump piranîya demê di gotûbêjê de êrîş dibir ser Biden û wî jî got ku serokê Amerîkî yê herî xirab e. Herdu berbijaran hevdu bi derewan tawanbar dikir.
Li gor rapirsîneke lezgîn ya CNN piştî gotûbêjê, Trump bi rêjeya 67-33% di gotûbêjê de biser ket. Hinek Demokratan jî derbarê performansa Biden fikar nîşan dan.
Trump bi awayekî dubarekirî pirsgirêkên welêt bi hatine koçberan ser sînorê ligel Meksîkê ve girêda. Wî got, ew koçber ziyanê digihînin aborîya Amerîkî û karên welatîyên Amerîkî ji wan dibin.
Wî herwiha got ku dema ew ji 2017-2021’ê serok bû, sînorê Amerîkî yê herî ewle bû. Lê niha, wî got, ew cihê herî xeter li cîhanê ye.
“Ew niha welatîyên me dikujin di astekê de ku me berê nedîtiye,” Trump îdîa kir. Tevî hinek dozên kuştinê ser destê koşberan hene, ti delîl nîne ku koçber tawanan dikin pirtir ji Amerîkîyên ku li Amerîka ji dayîk bûne.
Biden got ku Trump “meselê mezin dike û derewan dike.” Wî got ku jiber astengkirinên wî vê dawîyê ferz kirine, derbazbûna koçberan bi rîya sînor bi rêjeya 40% daketiye.
Derbarê şerê Rûsya li Ukranyayê, Trump got ku eger ew di hilbijartinên 5’ê Mijdarê de biserkeve, ewê bihêle ew şer berî ku têkeve Koşka Sipî bidawî bibe. Lê ew dîyar nekir ewê çawa vê yekê pêk bîne. Wî herwiha got ku ewê di heman demê de rojnamevanê Wall Street Journal Evan Gershkovich, yê ku li Rûsyayê girtî ye, were azadkirin.
Biden bersiva wî da û got ku Serokê Rûs Vladimir Putin “tawankarê şer” e. Wî bi awayekî teorî pirsî, “tu bawer dikî ewê (Putin) li Ukrayna raweste?” Eger ew destê xwe deyîne ser wî welatî. Derbarê Trump, Biden got ku “ev kesê ku dixwaze me ji NATO derxîne, nizane ew behsa çi dike.”
Derbarê bûyerên êrîşa ser Kongresa Amerîkî li 6ê Rêbendana 2021, Biden, Trump bi handana piştgirên xwe tawanbar kir, li wê dema ku piştgirên Trump hewl didan ku nehêlin endamên Kongresê serkeftina Biden hember Trump di hilbijartinên 2020’an de pesend bikin. Trump jî got ku Seroka Civata Nûneran ya wê çaxê Nancy Pelosi hêzên ewlekarîyê yên têrê dike berî wext neanîbû da ku kontrola wan xirabkaran bikin.
Biden got ku Trump “exlaqên pisîkeke kolanî” heye, dema ku behsa sûdarkirina wî ya meha borî ji alîyê dadgeheke New Yorkê ve kir. Di biryara dadgehê de 34 tawan li dijî Trump hatin danîn jiber sextekirina romarên kar da ku dana 130 hezar dolar bo aktereke filmên porno, bi mebesta ku ew behsa peywendîya xwe ya seksî ligel Trump neke. Trump vê îdîayê red dike.
Ewê pêdaçûnek di wê dozê de were kirin û ewê biserkeve, Trump bersiv da. Biryar e 11’ê Tîrmehê ceza di wê sûcdarkirinê de lê were birîn û dibe ku di nav cezayan de 4 sal zindankirin hebe. Destûra Amerîkî rê li ber tawanbarekî sûcdar nagire ku bibe serok.
Hêjayî bîrxistinê ye ku herdu berbijarên hilbijartinên 2024’an serokên herî bi temen in di dîroka Amerîkayê de. Bidenê Demokrat niha 81 salî ye û Trumpê Komarî jî 78 salî ye.
Anketên niştimanî dîyar dikin ku rêjeya piştgirîya Amerîkîyan bo herdu berbijaran hema wekhev e.
Gelek şîrovekarên Amerîkî dibêjin ku bi milyonan Amerîkî berê biryar dane ewê Mijdarê dengê xwe bidin kê. Lê gelek dengder hene ku ji herdu kandîdan hez nakin, û dibe kue ew di dawîyê de dengê xwe bidin yekî ji wan, yan partîyeke sêyan, yan berbijarekî serbixwe, yan jî yekcar deng nedin.
Gotûbêja duyê ya seroktîyê di navbera Biden û Trump de wê 10’ê Îlonê pêk were.