Roja Duşemê li Tirkîyê tevahîya dibistan û zanîngehan vedibe. Bi vê mebestê mamosteyên Kurd li Wanê xwepêşandanek li dar xistin û daxwaza rakirina astengîyên li hember zimanê Kurdî kirin û xwastin ku zimanê zikmakî bibe zimanê fermî.
Sitranbêj Neslîhan Edîş, di heftîyên dawî de li ser medya civakî bi sitrana "Çemê Sînanîyê" deng da. Ew sitran li gor lêkolîner Zeynep Yaşê, berya 108 salan ji alîyê hûnermendê Suryanî Xosrof Malool ve hatiye gotin û sitrana herî kevnar a Kurdî ye ku cara yêkê li ser plakê hatiye tomarkirin.
Hamza Çolgeçen kesekî dilxwazê yê karê paqijkirina bajarê Wanê ye. Ew dibêje ku piştî hilbijartinên 31’ê Adarê ku her 14 bajarvanîyên Wanê ketin destê Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partîyê) hin kesên pravakator bi zanebûn bajêr qirêj dikin daku bajarvanîyên Kurdan xirab nîşa bidin.
Ronya Emel Aydin ku pispora pirsên Doktorant û Xwezayê ye li Zanîngeha Wanê pêzanînên zanistî derbarê zrara ku peravên wanê tên dagirtin dide.
Jinên Kargeha Berikan ya Bajarvanîya Wanê, weke kevneşopîyeke qedîm gîyayên çîyayên derdorê bajêr kom dikin û rîsê berikan boyax dikin. Berpirsa kargehê Baglan dibêje ku ew gîya û rîsê berikan di nava qazanekê de dikelînin û rengên xweşik bi dest dixin û her cûreyê gîyayan rengekî cûda dide
Porên zarokên ku dikevin ava Behra Wanê piştî demeke kin zer dibin. Seroka Beşa Dermotojîya Zanîngeha Wanê Prof. Dr. Hatice Özkol dibêje ku jiber sodaya nava behrê û tirêjên hetavê porên zarokan zer dibin. Ew hişyarî dide ku zarok xwe ji tavê biparêzin ku salên pêş de ew bi pençêşera çermê nekevin.
Wezareta Derve ya Tirkîyê roja Çarşemê bo beşdarbûn doza “komkujîya li ser Filîstînîyan” serî li Dadgeha Dadmendî ya Navnetewî (ICJ) da.
Li Tirkîyê rojeva govend û sitranên Kurdî didome. Herî dawî îro hevserokên DEM Partî yên Wanê Gulşen Kurt û Veysî Dîlekçî, endamên Meclîsa Dayikên Aştîyê jî di nav de 15 kes hatin desteser kirin. Bi vê yêkê hejmara girtîyan giheşt 24 kesan, kesên ku hatine desteserkirin jî bûn 45 kes.
Li Wanê şêwekar Zehra Deren Kiziltaş bi mijûlbûna bi hunerê êşên nexweşîyên xwe ji bîr dike û bawer e ku huner dikare bibe dermanê herî baş ê nexweşiyan. Ew dibêje demekê derûniya wê pir xerab bû û wê dest ji jiyana xwe berdabû, lê hunerê ew vegerand.
Bajarvanîya Wanê bo hişyarkirina ajokaran ya ser mafên peyayan nivîsên bi zimanê Kurdî wek wek “Pêşî Peya” amade kirine. Endama Meclîsa Bajarvanîya Wanê Oznur Evîn dibêje ku ew dixwazin zimanê Kurdî di her alîyê jîyanê de berfireh bikin.
Li bajarê Wanê xanima bi navê Sitî Duman an jî Meta Sitî 144 sitranên devera Colemêrgê jiber kirine. Nivîskar Huseyîn Duman dema berhevkirina stran û çîrokan rastî Meta Sitî tê û li hember kanîna wê matmayî dimîne.
Meşa 6 rojî ya DEM Partî, ku Çarşemê ji bajarê Wanê ber bi Colemêrgê ve destpê kiribû, di roja sêyan de didome. Xwepêşander Abdulhafîz Çîftçî ku 83 salî ye, qala sedema beşdarbûna meşê dike û dibêje ku ew hewil dide heta Colemêrgê 180 kîlometreyan bimeşe û dijberya xwe ya jibo qayuman nîşan bide.
Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) hember erkdarkirina qayumê ser bajarvanîya Colemêrgê dest bi meşeke ji Wanê ber bi Colemêrgê ve kir. Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan got niha bo demokrasîya Tirkîyê şermeke mezin e ew îro bi navê “Meşa rêzgirtina hember îradeya gel” lidar dixin.
Li Wanê hin partî û sazîyên sîvîl di salvegera 99an a darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî de, hin çalakî li dar xistin û carek din eşkerenekirina cîhê gora wî anîn rojevê.
Herêma Wanê bi bedewî û xwezaya xwe cîhekî taybet e. Kela Wanê ya kevin û Behra Wanê, dîmeneke gelek sipehî derdixin holê. Tiştekî din ê balkêş yê Wanê ew e ku her demsaleke wê ji ya din ciwantir e.
Li Tirkîyê hejmareke zêde girtî ji 27’ê Cotmeha 2023’an vir ve bi daxwaza başkirina mercên zîndanan û çareserîya pirgirêka Kurd di nava çalakîyan de ne.
Li Colemêrgê bi beşdarbûna hejmareke partîyên sîyasî û sazîyên sîvîl mîtîngek li hember erkdarkirina qayumê pêk hat. Sîyasetvan û kesên ku ji derveyê bajêr beşdar bûn daxwaz kirin ku qayum paşve were kişandin. Di raportê de axaftinên sîyastvanan, beşdarv û hikûmetê hene.
Pirtir bar ke