Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîma li Bajarê Wanê Xwepêşandan Tên Qedexe Kirin?


Li bajarê Wanê ji alîyê walîtîyê ve qedexekirina xwepêşandanan dîsa ket rojeva sazîyên sîvîl û partîyên sîyasî.

Tevî ku Walîtîya Wanê qedexekirina xwepêşandanan di çarçoveya ‘ewlehîyê’ de hilde dest jî, partî û sazîyên sivîl wek bin pêkirina mafê azadîya raman û xwepêşandanan şoleve dikin.

Roja Seşemê Walîtîya Wanê bo 10 rojan hemî çalakîyên protesto, xwepêşandan û civînên derve qedexe kiribû û bi daxuyanîya nivîskî dîyar kiribû ku bi vê biryare wan pêşîya planên çalakîyên êrîşkar girtine.

“Bi armanca parastina can û malê rûniştvanan, têkbirina pilanên terorî, pêşîgirtina suçan, parastina mafên bingehîn û azadîyê û pêşîgirtina bûyerên tundî ev biryare girtine.”

Lê Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz biryarên Dadgeha Qanûna Bingehîn bi bîr xist û got ku bi awayek çember walîtîya Wanê mafê demokratîk yê rûniştvanan binpê dike.

“Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkîyê, di demê borî de li ser qedexekirina hemî xwepêşandanan biryar dabû ‘mafên demokratîkên rûniştvanan tên binpêkirin’ û daxwaza sekinandina van biryara dabû. Lê mixabin dîsa Walîtîya Wanê heman bi şewazî ev biryara wergirtiye.”

Ozaraz got ku bi biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn jî wan dît ku çî bingeha biryara Walîtîyê tune û armac astengkirina mafên demokratîk in.

Walîtîyê dîyarkirbû ku di nava sînorê bajêr de hemî çalakîyên ku ji xeynî destûra walîtîyê û qemeqamîyan, heya 21 Mijdarê qedexeye. Lê Berdevkê Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kermendên Giştî (KESK) yê Wanê Nîhat Koç dibêje ku hemî xebatên wan yên li kolanan tên asteng kirin û taybet destûr nadidin ku li ber sazîyên ku bi mijarê ve girêdayî daxuyanî bidin.

“Bi rastî jî pirsgirêkek pir mezin e. Dema em daxuyanîyekê didin, xebatekê dikin, jibo me pisgirêkên mezin derdixin û (polîs) ji me ra dibêje çalakîya nekin û qedexeya walîtîyê ji me ra nîşan didin. Tevî ku li gor qanûnan pêdivîya destûrê bo xwepêşandanan hewce neke jî, polîs dibêje ku ew bi biryara walîtîyê, bê destûr rê nadin xwepêşandan û xebatan.”

Li bajêr partîya herî hêzdar û xwepêşandan li dar dixe Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelen (DEM Partî) ye. Hevserokê Rêxistina DEM Partîyê yê Wanê Veysî Dîlekçî dibêje ku bi van qedexeyan bi taybet li devera wan rewşek awarte heye.

“Armanca van qedexeyan dîyar e û dixwazin pêşîya sîyasetê muhalîf bigirin. Pêşîya xebatên demokratik bigirin. Naxwazin ew polîtîkayên tên meşandin ji alîyê me ve were teşîr kirin an jî bê rojevê. Gelemperî armanca van qedexêyan pêşî girtina xebatên partîya me, xebatên rêxistinên sîvîl an jî kesên demokratîkxwaz in. Lê ji bo sazîyên nêzî desthilatê her çalakî û xwepêşandan serbest e û ti astengî bo wan tune.”

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Walîtîya Wanê ji hewildana darbeya leşkerî a 2016 heya 2022’an bê navber her 15 rojan carekê qedexeya xwepêşandanan radigihandibû.

Piştî biryara Dadgeha Qanûnan Bingehîn, ev biryarên walîtîyê her çîqas kêm bin jî, dem deman dîsa qedexekirina xwepêşandanan radigihîne û herî dawî jî roja Sêşemê heman biryar wergirt.

AA_11_15_2024_Qedexeya_Wane
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:43 0:00
XS
SM
MD
LG