Li bajarokê Gîyadîn ya Agirî tevî bertekên jîngehparêzan, xebatên derxistina zêr, mermer, kevir û sondaja germavê berdevam dike.
Di 2022’an de Kompanîya Hilberîna Zêr Koza piştî rapora Desteya Nirxandina Bandorên ser Jîngehê (ÇED) ku ji alîyê Wezareta Jîngeh û Bajarvanîyê ve hatibû erê kirin, li gundê Mollakara Gîyadînê dest bi xebatên lêgerîna zêran kiribû.
Li gor tespîtên heman kompanîyê, 14 mîlyon ton rezerv zêr heye. Kozayê bo avakirina cîhê kar û maşîneyên kar, bi rêya îhalê bi kompanîya Fernas pêk hat. Koza wê bo avakirina cîhê kar 5 mîlyon lîreyên Tirkîyê û bo maşîneyên kar jî nêzî 41 mîlyon dolar bide kompanîya Fernas.
Lê Komela Ekolojîyê ya Wanê ku li cîhê madenan 30 rojan çavdêrî kiribûn, dîyar dike ku xebatên madenan bo jîngehê wêranî ye. Cigîra Seroka Komela Ekolojîya Wanê Ayşe Ergun got ku kompanî bo derxistina zerî sîyanurê bikar tînin û ev jî li ser jîyana mirov, ajalan û hemî jîngehê zararek pir mezin e.
“Me li wê derê dît ku qadek mezin hatîye talankirin. Jibo xebatên madenên zêr, niha li wê derê 16 kompanîya dixebitin. Hewzên hilberîna zêrî li ser destpêka çemê Mirad hatîye avakirin. Di van hewizan da sîyanura ku bo hilberîna zêr tê karanîn, dibe ku bi rêya çemê Miradê bigihe Çemê Firatê û heya Kendava Basrayê biherike.”
Ergun dibêje ku niha li wê derê gundekê tenê erdê xwe firotîye kompanîyên madenan, lê gundên din teva li hember van xebatên madenan in û naxwazin erdê xwe bifiroşin. Wê da zanîn ku tevî ev xebate ne bi dilê gundîyan bibe jî dîsa li qadek berfireh xebatên medenên tên kirin.
“Li gor tespîtên me; bi hatin û çûna maşîneyên kar, gund di bin tozê de mane, avên wan wek herrî diherike û jiber teqemenîyan ku bo derxistina madenan bi kar tînin, avahîyên gundîyan şeq bûne. Ji alîyê din ve li gund leşker, li hember xwepêşandanên nerazîbûnan hazir disekinin.”
Hêjayî bîrxistinêye ku di Sibata îsal de li bajarokê Îlîça Erzinganê axa ku ji madena zêr hatî derxistin û di nav de sîyanur heyî herîfîbû û 9 kesan canê xwe ji dest dabûn. Jîngehparêzan ew bûyer wek felaketeke mezin ya dijî jîngehê bi nav kiribûn.
Jîngehparêz Ergun hişyardî dide ku rewşa li Gîyadînê ji Îlîçê xeyetir e û dibe ku encamên wê xirabtir bin.
“Madena li bajarokê Îlîçê li qadak biçûk hatibû ava kirin. Lê madena li Gîyadînê li ser Çemê Miradê hatîye avakirin û ev jî li ser tevahîya jîngeha Kurdistanê heya kendava Basrayê hildide bin bandora xwe. Da ku ew kompanî bi rehet bixebitin û kes wan asteng neke, dixwazin wê herêmê bê mirov bikin. Niha dixwazin erdê 11 gundan bikirin û wê deverê bêmirov bikin. Bi vê armacê girêdayî dixwazin heya Gelîyê Zîlan xebatên xwe yên madenan berfireh bikin. Ev yêk bêguman wê ser Behra Wanê jî bandorek neyînî bike.”
Ew dibêje ku divîyaba kompanîya Koza jiber bûyera li Îlîçe hatiba ceza kirin, lê wek xelatekê, madenên Gîyadînê jî dayîne wê şîrketê û dibe ku bûyerek 5 kat ji Îlîçe mezintir li Gîyadînê pêk were.
Me wek Dengê Amerîka li ser îdiayên Ergunê bi rêya emaîlê xwe gihand kompanîyên Koza û Fernasê, lê wan heya amadekirina vê raportê ti bersîv nedabû pirsên me.