Dadgeha Cezaya Sulhê ya Stanbolê derheqê 11 kesan de, bi îdiaya “endamtîya rêxistina çekdarî” biryara girtinê da û ew şandin zîndanê.
Dadgehê nîşan da ku sedama girtina van kesan ew axaftinên wan yên bi telefonê ye, li gel Şaredarê Esenyûrt a Stanbolê Ahmet Ozer ku bi îdiaya “endamtîya rêxistinê çekdarî” hatibû girtin û li şûna wî qayûm hatibû danîn.
Li ser dozê bîryara napenî berdewam dike. Lê rojnameya nêzî desthilata Tirkîyê, Sabahê xwe gihandiye naveroka dozê û agahîyên zêdetir belav kir.
Sabah dîyar dike ku di îdianameya Serdozgerîya Komarî ya Stanbolê de derheqê 11 kesan bi endamamîya Kongira Civakên Kurdistan (KCK) û Rêxistina Demokratîk a Tirkîyê (TDO) doz hatiye vekirin û van kesan bi fermana Rêvebirê KCK Duran Kalkan bin navê “Hevhatine Bajêr” Ozer wek berbijarê Partîya Komarî a Gel (CHP) bo Şaredarîya Esenyurta Stanbolê nîşan dane. Wek delîl jî girtekên axaftinên telefonê nîşan dane. Doza 11 kesan û ya Ozer kirin yek.
Lê parêzerê Ozer, Şevket Tuci dibêje ku jibo van îdiayên ev qas mezin tenê qeydên telefonê hatine girtin û çî agahî jî derheqê axaftinên van kesan de jî tune. Tuci got ku tenê di dosya tawanbaran de tenê hejmar û dirêjiya dema axaftina telefonan hatine nivîsandin.
Di nava kesên hatî girtin de Hevserokê Konseya Bajarê Wanê Fikret Dogan, Hevserokê berê yê rêvebirîyê rêxistina Partîya Heremên Demokratîk (DBP) yê Wanê Harun Okay, Hevserokê rêxistina Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) yê Mêrsînê Reşat Aşan, Derhêner Kerem Tekoglu, Endamê Meclîsa Şaredarîya Mêrsînê Ali Tanriverdi, edîtorê Weşanxaneya Peywendê Mustafa Doner, edîtorê rojnameya Karinca yê Kazim Şeker û şagirtê Ozer Mustafa Çelik jî heye.
Parêzer Tuci dide zanîn ku derheqê van kesên hatî girtin de di demê borî de an bi îdiaya propaganda an jî bi endamtiya rêxistina çekdarî doz hatine vekirin. Ew dibêje ku tevî ji van dozan ceza encam derneketîye jî, dozgerîyê bi vê sedemê ew wek endamên rêxistinê hildane dest û axaftinên wan yên bi Ozel re wek xebatên ‘rêxistina çekdarî’ şîrove kiriye.
“Wek mînak Ozer bo dîzayna rûyê pirtûka xwe ya ser Kurd û Tirkan, li gel edîtorê wêşanxaneya Peywendê Mustafa Doner bi telefonê axiftiye. Jiber ku berê doza Doner ya ‘propaganda rêxistinê’ hebû, ew xistina nava vê dozê. Dîsa Ozer bo weşandina nivîsên xwe yên ser malpera Rojnama Karinca, li gel edîtorê wê Kazim Şeker re bi telefonê peyivîye. Jiber ku Şeker bi ‘endamtîya rêxistinê’ tê darizandin û hê jî encam derneketîye, Ew ji ber axaftinên telefonê yên bi Ozer re hat girtin. Fikret Dogan ku niha hevserokê konseya bajêrê Wanê ye, 25 salan wek xebatkarê saxlemîyê xebitîye, gelek caran beşdarî panel û axaftinên Ozer yên li Wanê bûye û hevdû bi dostane nas kirine. Gelek normal e ku hev herdu kes bi hevra bi axivin, lê jiber ku derheqê Dogan de doz hene. Ev yek wek sûc hat dîtin. Mînakek balkêş a din jî Mustafa Çelik e. Ew di navbera salên 1997an û 2003’an de li Zanîngeha Suleyman Demîrel şagirtê Prof. Dr. Ahmet Ozer bû, ji bajarê xwe Ruhayê bo mamosteyê xwe Ozer, salcaya îsotan biribû. Ev axaftinên wan yên ser îsotê jî dikevin nava dosyayê û dozger dîyar dike wî 10 caran bo Ozer telefon kiriye û bi giştî 841 deqeyan bi telefonê qise kiriye. Em dikarin lîstê wiha dirêj bikin.”
Tuci got ku di vê îdianamê de çî delîl tune ku ew werin girtin an jî cezakirin û bi van mînakan tê dîtin ku têkilîyên rojane û sîyaseta legal, bi zorî hemî tiştî wekî derqanûnî nîşan didin. Ew dibêje ku armanca vê dozê girtina Ozel û tayînkirina qayûm rewa kirine.
Parlamanterê DEM Partîyê yê Wanê Sînan Çîftyurek got ku ew kesên hatî girtin baş nas dike û pir normal e ku bi hev ra biaxivin û ser sîyasetê qise bikin.
Çîftyurek, îdia kir ku dadgeh wek amûrê dîzankirina sîyasetê tê bikar anîn û jiber wê yêkê Tifaqa Cumhur, naxwaze CHP û DEM Partî bibin tifaq.
“Tifaqa Cumhur ‘got em biratîya xwe ya hindir xurt bikin û dîyaloga xwe xurt bikin’. Gotin va ye, lê kiryar bi tundî li hundir û derve, ji holê rakirina destkeftîyên gelê Kurd e. Li nava Tirkîyê qayûm û derve jî li hember statuya Rojava ye. Herwiha mesaj didin CHP û DEM Partîyê ku ji hevdû dûr kevin.”
Ji alîyê din ve Serokê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan, piştgirîya doza dijî Ozer kiribû û CHP jî bi bêdengîya li hember ‘terorîzmê’ sûcdar kiribû. Erdogan gotibû ku Şaredarîya Esenyurtê ketibû bin xizmeta terorîzmê.