Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsan li Wanê Dawetek Rawestand


Daweteke Kurdan li Geverê (Arşîv)
Daweteke Kurdan li Geverê (Arşîv)

Li bajarokê Rêya Armuşê ya Wanê, hêzên ewlekarîyê bi îdiaya “propaganda rêxistina PKK” di ser dawetekê de girtin û ew da sekinandin.

Dawet li kolanê bi awayekî vekirî dihat kirin û hejmarek zêde rûniştvan bi cilûbergên Kurdî beşdar bûbûn. Dema beşdaran bi sitranên Kurdî govend digerandin, hêzên ewlekarîyê ser dawetê de girtin û şahî da sekinandin.

Polîsan got ku wan bi sitranên Kurdî ‘propaganda Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK)’ kiriye û wan bi vê sedemê derheqa her du apên zava lêpirsîn vekirîye.

Dayîka zava, ku nexwest navê xwe bide, got ku şahîya wan betal bû û wan nekarî xwarinê bidin mevanên xwe û ew pir mexdur bûn.

“Polîs hatin dawetê û her der girti. Wan got ku we sitranên PKK danîne ser teybê. Me jî haj wê tiştê nebû, lê em tim di şahîyên xwe de sitranên Kurdî datînin ser. Dawetên miletê me hemî Kurdî ne. Eve du seat in li vê derê em dana rawestandin. Daweta me dan sekinandin û mevanên me birçî man. Bûka me û mevanên me, ber vê sarmayê man.”

Beşdarê bi navê Beroş Rûbar dibêje ku polîsan sitranên Kurdî bo xwe kirin hincet û ser dawetê de girtin.

“Ti muzîkên ku qedexe yan jî sîyasî tunebûn û hemî muzîkên hozan Ersîn û muzîkên gelerî bûn. Jixwe me ti komên muzîkê neanîbûn, hemî muzîkên hazir bûn û li flashdiskê barkirî bûn.”

Di dema serdegirtina dawetê de Dengê Amerîka li cîhê bûyerê, ji polîsan pirsî gelo tesbîtek rasterast destê we de heye ku xwedanên dawetê ‘propaganda PKK’ kirine?

Polîsan jî got ku li hemberê kolana ku lê dawet tê kirin, bingeha leşkerî heye û ji alîyê leşkeran ve vîdeo hatiye kişandin û wan jî ser gilîya leşkerîyê di ser dawetê de girtine. Lê hêzên ewlekarîyê derheqa naveroka gilîyê de agahî nedan û nayê zanîn ka kîjan sitran çawa bûye sedema propagandayê.

XS
SM
MD
LG