Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîyê doh Înê bi daxuyanîyek nivîskî ragihand ku wê li şûna Hevbajarvanê Miks (Mukis)a Wanê Ayvaz Hazir qayum tayîn kir û ew ji peywirê hat dûr xistin.
Wezaretê wek sedema tayînkirina qayum, doza derheqê Hazir ku wî bi îdiaya “endamtîya Rêxistina Partîya Karkerê Kurdistan (PKK) kirîye” 3 sal, Mehek û 15 roj cezayê zîndanê hatibû cezakirin, nîşa da.
Wezaretê herwiha wek sedemek din jî lêpirsîna derheqê Hazir de ku bi îdiaya “propaganda PKK kiriye” nîşa da.
Hêjayî gotinê ye ku tevî Hazir bi cezayê zîndanê hatiye cezakirin jî dadgehê derheqê wî de bîryara girtinê nedaye û darizandina wî dê li Dadgeha Cezaya Giran a Herêmî û Dadgeha Bilind a Pêdaçûnê (Yargitay) berdevam bike.
Lê wezaretê wek tedbîr li şûna Hazir, qaymeqamê heman bajarokî Harun Arslanargun tayîn kir.
Hazir bo Dengê Amerîka axift û bertek nîşanî bîryara qayum da û dîyar kir ku hin darizandin ne qedîyaye û çîma li cîhê wî qayum tê danîn.
"Bîryar ji alîyê dadgeha xwecîhî ve hat dayîn, lê herî zêde di nava salekê de ev bîryar dê ji alîyên dadgehên bilintir ve were batal kirin jîber ku di dosya min de ti sedem tune ku min ceza bikin. Em di vê dozê de bi giştî 20 kes dihatin darizandin û 8 parêzerên me jî li benda beratê bûn. Lê dadgehê di nava 5 kelîyan de bîryara cezakirina me da."
Di dosya Hazir de tê dîyar kirin ku ew li ser navê rêxistinê berya 9 salan beşdarî xwepêşandanekê bûye. Lê Hazir dibêje ku wê çaxê ew xebatkarê ragihandinê yê bajarvanîya Miksê bû û bo kişandina wêneyê hevşaredarê wê çaxê beşdar bûbû.
"A rastî ne jiber beşdarbûna meşê, jiber ku ez Kurd im û îradeya gelê Kurd im ev bîryar hat dayîn û lezûbez li şûna min qayûm hat danîn. Armanca vê dozê avakirina bingeha tayînkirina qayum bû."
Li Bajarokê Miksê ku bi Tirkî wek Bahçesaray hatiye binav kirin, çalakî û xwepêşandanên li hember dîyarkirina qayum berdevam dike û hejmarek zêde parlamanterên Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partîyê) başdar bûne. Hazir got ku berya bîryara dadgehê hezaran polîs û leşker hatine bajarokê wan.
"Ev sê roj in, bajerok ser pîyaye û em jî li kolanan in. Heya ku qayûm paşve newere kişandin em dê berxwe bidin."
DEM Partîyê li ser hesaba xwe ya X’ê daxuyanîyek belav kir û banga xwedî derketina îradeya gel kir.
"Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî darbeya qeyûm a ku îradeya me bi neheqî û bêhiqûqî hat desteser kirin, mafê xwe yê demokratîk ê bi kar bînin û îradeya xwe biparêzin."
Serokê Partîya Komarî a Gel (CHP) Ozgul Ozer li ser hesaba xwe ya X’ê peyamek parve kir û bertek nîşa tayînkirina qayum da.
"Çawa ku em duh li cem îradeya gelê xwe yê Esenyurt, Mêrdîn û Tuncelî bûn, em îro jî li cem îradeya gelê Bahçesarayê bin."
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di hilbijartinên 31 Adarê da Hazir û Nebahat Benek wek namzetên DEM Partîyê ji 21 ji sedî deng sitandibûn û wek hevbajarvanên Miksê hatibûn hibijartin.
Ji hilbijartinên 31’ê Adarê vir ve bo 8 bajarvanîyan qayum hatiye tayîn kirin ku ji van 6 bajarvanîyên DEM Partîyê ne û 2 jî yên CHP ne.