Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reaksyon Û Bersivdana Tirkiyê ya li Dijî Êrîşa Ser 'TUSAŞ' li Enqerê


Peqîna li Enqerê
Peqîna li Enqerê

Hêzên esmanî yên Tirkiyê şeva Çarşemê li ser Pêncşemê zêdetirî 30 êrîş li ser Herêma Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn.

Ev êrîş weke tolhildana êrîşa roja Çarşemê tê dîtin ku çekdaran êrîşek li dijî kargeheke Pîşesaziya Esmanî ya Tirkîyê (TUSAŞ) li Enqerê pêkanî bû, di encamê de 5 kes hatin kuştin û zêdetirî 20 kesên din jî birîndar bûn.

Serê sibeya îro Pêncşemê Wezareta Beravî a Tirkiyê daxyuinaek weşand û got "Ji bo bidawî kirina êrîşên terorê yên PKK/KCK û terorîstên din yên li dijî gelê me û hêzên ewlehiyê bi dawî bibin û herwiha ji bo ewlekariya sînorên me li gor xala 51emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî, di 23ê Kanûna 2024an de. Hêzên esmanî yên Tirkiyê li bakurê Iraq û Sûriyê êrişî çeperên terorîstan kirin û di encamê de 32 çeperên terorîstan hatin îmhakirin."

Daxuyanî dîsan dibêje hêzên me heta ku yek “terorîst” bimîne dê têkoşîna li dijî terorê berdewam bikin “weka çawa berê jî, Ji bo ewlehiya welatê me û gelê me hatîye berdewamkirin."


Daxuyanî dibêje "Hemû tedbîrên pêwîst hatine girtin da ku sivîlên bêguneh, dost, berhemên dîrokî û çandî û jîngeh zirarê nebînin."

Piştî ku Çarşemê danê êvarî êrîşa çekdarî li dij pîşesaziya leşkerî ya li nêzîkî Enqerê (TUSAŞ) hate armanc kirin, her çende PKKê heta niha berpirsatîya êrîşê negirtiye ser xwe, lê karbidestên Tirk guman dikin ku ew êrîş ji alîyê PKKê ve hatîye kirin.

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya di cih de êrîş weke "Êrîşa terorê" bi nav kir û diyar kir ku êrîşkar jin û mêr in. Wezîrê Parastinê Yaşar Guler jî PKK sûcdar kir.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlum Ebdî piştî êrîşên Tirkiyê yên ser bajar û herêmên li Bakur û Rojavayê Sûriyê di hesaba xwe ya Xê de daxuyaniyek weşand û got "Tirkiye bi awayekî bê serûber û bê bingeh herêmên me bombebaran dike, navendên xizmetguzarî û tenduristiyê û sivîlan dike hedef. Ev sûcên şer in."


Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) bi daxuyaniyeke fermî êrîşa Enqereyê şermezar kir.

Partiya Kurdî got: "Em êrîşa li bajarokê Kahramankazan ê nêzîkî Enqerê şermezar dikin."

Siyasetvanê kurd û Serokê berê yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş yê zîndankirî, ji girtîgehê daxuyaniyek da û êrîşa Enqerê şermezar kir û got, "Em êrîşa li Enqereyê şermezar dikin, rehma Xwedê li kesên jiyana xwe ji dest dane, ji xizmên wan re sersaxiyê û sebrê dixwazin. Em ji birîndaran re şifayê dixwazin," herwiha got "Zihniyeta ku hewl dide rijandina xwînê bi rêya axaftin, diyalog û siyasetê ji pirsgirêkên me re çareser bike, rawestîne û ew însiyatîfa dixwaze rê li ber siyasetê veke, em ê bi hemû hêza xwe li pişt wî bin."


Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de êriş şermezar kir û got, “Em bi hemû hêza xwe ligel gel û hikûmeta Tirkiyê li dijî terorê ne.

XS
SM
MD
LG