Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Ser Nûçeyên Êrîşa li Enqerê Qedexeya Weşanê Ragihand


Dîmenek ji derdora qada êrîşa dijî Navenda Pîşesaziya Fezayê ya Tirkîyê (TUSAŞ) li nezî Enqerê, 23 Cotmeh, 2024.
Dîmenek ji derdora qada êrîşa dijî Navenda Pîşesaziya Fezayê ya Tirkîyê (TUSAŞ) li nezî Enqerê, 23 Cotmeh, 2024.

Jibo Nûçeyên êrîşa dijî Navenda Pîşesaziya Fezayê ya Tirkîyê (TUSAŞ) yan TAI ku li paytext Enqerê ye, qedexeya weşanê hat ragihandin.

Biryara qedexeya weşanê, ji alîyê serokê giştî yê Sazîya Bilind ya Radyo û Televîzyonê (RTUK) ve di daxuyanîyeke de li ser X’ê hat ragihandin.

"Piştî êrîşa terorê ya li ser kargehên Kahramankazan yên TAI-ya me ya serbilind ku berhemên me yên berevanîya navxweyî û neteweyî lê tên hilberîn, ji alîyê dadgeha têkildar ve biryara qedexekirina weşanê hat dayîn, " Ebubekir Şahîn got.

Şahîn sedema qedekirina weşanê, wek weşandina bilî daxuyaniyên karbidestên fermî, agahî û dîmenên ser medyaya civakî ku nehatine piştrastkirin, pênase kir.
Wî herwiha hişyarî da ku kesên û dezgehên dijî qedexeya weşanê tevnegerin wê rûbirûyê cezayên giran bimînin.

Lê, Şahîn biryara qedekirinê ya dadgehê berîya ku li ser malpera fermi ya RTUK’ê were weşandin, dîyar kir.


Qedexeya weşanê, piştî nûçeya ewil ya êrîşê, di nava 1 saet û 50 deqeyan de hat dayîn.

Jêder: X, RTUK

XS
SM
MD
LG