Roja Çarşemê bi şev Artêşa Turkîyê ji saet 10ê şev bi dema Qamişloyê dest bi rêze êrîşên ezmanî li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyê kir.
Êrîşa yekê li bajarokê Tilrifatê li navçeya Helebê bû, li gorî jêderek saxlemîyê li wir û di encamê de 2 sivîl hatin kuştin û 7 kesên din birîndar bûn.
Li Kobanîyê jî, navendek hêzên ewlekarîya Hindirîn bi rêka dironekê hat armancgirtin, heya dema amedekirina vê raporê zîyanên canî tune bûn.
Piştî êrîşa yekê carek din rêbenda Asayîşê li Helinca Kobanîyê hat armancgirtin.
Her wisa bi rêka rokêtan navçeya xeta cûdaker ya navbera HSDê û Artêşa Tirkîyê li Minbicê hat armancgirtin. Bêyî ku zîyan werin naskirin.
Navçeya rojavayê Girêspî jî bi topan hat armancgirtin, û her wiha bakurê Tiltemirê gundên Um Kêf û Derdara hatin armancgirtin.
Li navçeya Dêrikê gundê Mêrga Mîra bi dironekê hat armancgirtin.
Li Qamişlo jî heya dema amadekirina vê raportê 3 êrîş li naveda bajêr pêk hatin, û 2 ji wan navnedên Asayîşê kirin armanc.
Li gorî jêderek saxlemîyê 3 kesan canê xwe ji dest dan, bêyî nasnameya qurbanîyan were dîyarkirin.
Heya dema amadekirina vê raporê hêzên ewlekarîya hindirîn (Asayîş) derbarê êrîşan de daxuyanî ne dane.
Medîyaya Tirkîyê ser zarê jêderekî ji Wîzareta Parastina Tirkîyê ragihand ku wan dest bi oprasyonek ezmanî li dijî baregehên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li Sûrîyê û Îraqê kiriye.
Li gorî heman jêderê, wan vê şevê 32 xal li Sûrîyê û Îraqê kirin armanc.
Êrîşên Tirkîyê tên piştî êrîşa kujer a dijî kargeheke Pîşesaziya Esmanî ya Tirkîyê (TUSAŞ) li Enqerê.
Sedem û berpirsên êrîşa Enqerê hîn ne dîyar in û heta niha ti aliyekî berpirsyarîya êrîşê negirtiye ser xwe.
Heya dema amadekirina vê raporê êrîş berdewam in.