Piştî banga Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî ya ser Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan piştî 43 mehan jibo wî destûra hevdîtinê ya eşkere hat dayîn.
Parlamanterê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) yê Ruha Omer Ocalan ji X’ê ragihand ku ew do Çarşemê bi Abdullah Ocalan re axifîye.
Ocalan bi bîr xist ku berî danûstandinan do hevdîtina rûbirû ya bi Abdullah Ocalan re herî dawî 3’yê Adara 2020’an de çêbûye û dîyar kir ku ew dixwazin ku hevdîtina ku mafekî qanûnî ye bidome.
‘’Birêz Ocalan di hevdîtinê de ser bûyerên dawî yên sîyasî peyivî û xwest ku ev peyama wî were ragihanin: Tecrît didome. Ger şert çêbin, hêza min ya pratîk û teorîk heye ku ez peyvajoyê ji zemîna pevçûn û tundûtûjîyê bibim ser ya hiqûqî û sîyasî.’’
Ocalan ji 1999’an vir ve bi ewlekarîya bilind li Girtîgeha Îmraliyê ye.
Bahçelî pêr Sêşemê di komcivîna partîya xwe de gotibû ku bila Ocalan li komcivîna DEM Partî banga qedandina teror û rêxistinê bike.
Bahçelî dîyar kir bi sekinandina teror û pûçkirina rêxistina ew dikarin rê li ber mafê hêvîdarbûnê vekin.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ku parêzerîya Ocalan dike, îro Pêncşemê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku divê serdanên jibo Ocalan domdar bin.
Wê buroyê got ku danûstandinên bi Ocalan re wê bi dîyalogê rê li ber çareserîyên herêmî û civakî vekin.
Parêzer ji 7’ê Tebaxa 2019’an vir ve nikarin bi Ocalan re bicivin û banga destûrê dikin.
Jêder: Ajansa Mezopotamya, NTV