Li navçeya Enqerê li Kahramankazan ku 30 kîlometre ji Enqerê dûr e, îro saet 15:30’an li dijî Pîşesaziya Hewayî ya Tirkîyeyê (TUSAŞ) êrîşeke çekdarî pêk hat.
Tê ragihandin ku di nav TUSAŞ’ê de 3 car teqîn pêk hatine û demeke dirêj jî pozberî di nav vê derê de berdewam kirîye.
Piştî êrîşê hêzên ewlehiyê, agirkuj û tîmên tendursitiyê çûne herêma pozberîyê. Hat ragihandin ku personel ji ber ewlehiyê sewqî stragehan hatin kirin.
Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya piştî vê erêşî ragihand ku ev êrîş êrîşeke terorîstî ye. Yerlîkaya got:
“Li dijî tesîsên Kahramankazana Enqereyê êrîşa terorê hat kirin. Piştî êrîşê 2 terorîst hatin kuştin, 4 kes şehîd bûn û 14 kes jî birîndar bûn.”
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji ber civîna ya BRICAS li Rûsyayê bû. Erdogan ev êrîş bi tundî şermezar kir.
Şermezarîyek jî ji alîyê Serokê Rûsyayê Viladimîr Putîn jî ve hat. Dîsa NATO’yê jî ev êrîşên ku pêk hate şermezar kir.
Piştî bûyerê, rûniştina Lijneya Giştî ya Meclîsê ku biryara Lubnanê lê dahat gotûbêjkirin, hat paşxistin.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ragihand ku der barê bûyerê de ji teref Serdozgeriya Komarê ya Enqerêyê ve lêpirsîna edlî hatiye destpêkirin û alîkarê serokê dozger û 8 dozger jî hatine wezîfedarkirin.
Serokê Giştî yê Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) Dewlet Bahçelî duh di civîna koma partîya xwe ya roja Sêşemê de axivî û got, “”Heke tecrîda li ser serokê rêxistina terorê rabe, divê ew were û li meclîsê di civîna grûpa DEM Partî’yê biaxive û bila bang bike ku teror bi tevahî qedîya ye û rêxistin ji holê hatîye rakirin.”
Di nav medya Tirkîyê de hemû niqaş li ser vê babetê dihatin çêkirin. Lê piştî vê êrişê babet yekser hat guhertin.
Şîrovekarên medyaya Tirkîyê radigîhînin ku ji ber ku Tirkîyê ev sîyaset da pêşîya xwe û piştî vî jî ev êrîş pêk hat. Sedame vê êrîşê bi sîyaseta Tirkîyê ya dawî ve dibestînin.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel li hemberî vê êrîşê li Amedê bertêk nîşan da û got:
“Ez êrîşa terorê ya ku li ijî tesîsên TUSAŞ’ê li ya Kahramankazanê şermezar dikim. Ji welatîyên me yên ku di êrîşê de şehît bûne rehmet, ji gelê me re jî sersaxî dixwazim.”
Şaredarê Bajarê Mezin yê Enqerê Mansur Yavaş di daxuyaniya xwe ya derbarê êrîşê de, got: “Ji ber pevçûn û êrîşa terorê ya ku li tesîsa TUSAŞ ya Enqerê pêk hat ez gelek xemgîn im. Ji şehîdên me re rehmet dixwazim û vê êrîşa terorê şermezar dikim.”