Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bertek nîşanî êrîşa dijî kargeheke Pîşesaziya Esmanî ya Tirkîyê (TUSAŞ) da.
Êrîşa dijî TUSAŞ’ê li navçeya Kahramankazan ya 30 km dûrê Enqerê pêk hat, ku 4 kes hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn.
Demîrtaş yê ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye li ser hesabê xwe yê medya civakî êrîş şermezar kir û jibo qûrbanîyan sersasaxî xwest.
“Em êrîşa li Enqerê şermezar dikin, rehma Xwedê li kesên jiyana xwe ji dest dane bibe, û em ji xizmên wan re sersaxîyê û sebrê pêşkeş dikin. Em ji birîndaran re şifayê jî şifayê hêvî dikin,“ wî got.
Demîrtaş bi berdewamî ser egera peyvajoeke çareserîya pirsgireka Kurd jibo serokê girtî yê PKK’ê Abdullah Ocalan piştgirîya xwe dîyar kir.
“Têgiştina ku hewl dide bi axaftin, dîyalog û sîyasetê lêgerîna çareserîya pirsgirêkên me bi xwîn rawestîne, divê bizane be ku ger Ocalan însiyatîfê bigire û bixwaze rê li ber siyasetê veke, emê bi hemû hêza xwe li pişt wî bin,“ wî got.
Siyasetvanê Kurd herwiha destnîşan kir ku wê ti nêzîkatîyên ku siyaseta demokratîk û lêgerîna aştiyê pûç û bêvîn bikin, qebûl nakin.
“ Divê her kes hesabên xwe li gor vê yekê bike. Em ti carî destûrê nedin ku dengê kesên aştiyê dixwazin vê carê ji kê bê bila bê, werin tefisandin,“ Demîrtaş got.
Sedem û berpirsên êrîşê hîn ne dîyar in û heta niha ti komê berpirsyarîya êrîşê negirtiye ser xwe. Lê karbidestên Tirkîyê êrîş wek êrîşek terorê bi nav dikin û dibêjin di derbarê êrîşê lêpirsîn tê kirin.
Jêder:X