Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ligel hejmareke şervanên Rojava û bakurê Kurdistanê û herwisa ligel Şervanên xwebexşên Êzîdî li ser Çiyaê Şingalê amade ne jibo bersingirtina Çeteyên Dewleta Îslamî (DAÎŞ).
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Dr. Rizgar Qasim Mihemed, endamê berê yê parlemana Îraqê dibêje, destûra Îraqê mafên Kurdan parastiye.
Pêvajoya aştiyê di navbera hikûmeta Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de, di qunaxekê de rawestiya ye, û her aliyêk yê din tewanbar dike di rawestandia pêvajoyê de.
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan careke dî rexne li hevpeymaniya welatên rojava girt li ser helwasta wan derbarê şerê navxwî li Sûriyê û girîngîpêdana berxwedana şervanên Kurd li kobaniyê.
Piştî hatina çekdarên Dewleta Îslamî bo bajarê Mûsilê yê bakurê Îraqê, bi hezaran xelkê bajêr yên Krîstiyan neçar nema ku cih û malên xwe li dû xwe bihêlin û li deverên din penaber bibin.
Raportên medya dîyar dikn ku hikûmeta Tirkîye alîkarîya lojîstîk bo çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DÎÎŞ) berhev dikin lê hikûmeta Tirkî herdem van renge raporta red dikin
Hebûn û şerên çekdarên Dewleta Îslamîya Îraq û Şam (DÎÎŞ) dijî Kurdan helbet wê di mifa welatekê yan çendin welata da b, li waheye lidawitê yekbûneke Kurdan çêke
Şer di navbera şervanên Kurd û mîlîtanên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) de li bajarê Kobaniyê yê Kurdistana Sûriyê berdewam dike.
Hejmareke zor ya penaberên devera Şingal û yên Rojavayê Kurdistanê û yên bajarên din yên Îraqê berê xwe dane herêma Kurdistanê. Ev jî bûye bargiraniyek li ser xelk û hikûmeta herêmê.
Karbîderên Tirkî razî bûn li ser derbasbûna hêzên Pêşmergê Herêma Kurdistanê bo nav Kobanê
Li jêr çavdêriya serokatîya Herêma Kurdistanê aliyên sereke yên Rojavayê Kurdistanê berdewamiyê didin civînan bi mebesta gihiştina rêkeftinekê jibo rêvebirina deverên Kurdan li Rojava.
Hêrşa balafîrên leşkerê Tirkî bi ser bingehên PKK gefan li ser pirosa aştiyê dike, piştî keftî di qonaxeka new da, divya niha hikometa AK Party û PKK dest bi çareserkirna pirsa çekdariyê bikrba lê ev boyere tirsdare.
Firokên cengî yên Tirkiyê êrîşek bi ser bingehên şervanên Kurd yên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de pêk anî, li vê dema ku pêvajoya aştiyê ligel rêberê PKKê Abdullah Ocalan birêve diçe.
Pirsên aloz yên Kurdan ligel Hikûmeta navendî ya Îraqî her berdewam in sererayî pêkanîna hikûmeta nû û pişikdariya Kurdan bi mercê bicîhkirina daxwazên wan li demê 3 mehan.
xelkên bajarê Surucê bi hemû hewilên xwe alîkariya penaberên Kobanê dikin ku ji ber şer dev ji cih û warên xwe berdane.
Çekdarên Dewleta Islamî ya terorist berdewamiyê dide êrîşên xwe li ser gundên devera Kobanî ku bi egerê de bi dehan hezaran xelkên medenî koçber bûne.
Tirkîye endama NATO û havalbenda welatên Rojava pişkdarîyê di hevpeymanîya nêvnetewî dijî çekdarên DAÎŞê de nake û dibêj hemwelatîyên Tirk wekî barmite di destê DAÎŞê hene
Encûmana Niştimanî ya Kurdên Sûrî daxwaza pêkênana leşkerekî yekgirtî li Rojavaya Kurdistanê dike, li demê ku Encûmana Gelê Rojava çi bersivek erênî nedaye.
Li Iraqê hikûmeteke nû bi pişkdariya Erebên Şia û Sunne û Kurdan hate pêkanan, bo çareserkirna aloziyên welêt.
Şandeke Desteya Hawarhatina Şengalê ku ji hejmarake kesayetiuên siyasî u çalakvanên civaka medenî pêk dihat, seredana Jinêv kirin û hevdîtinek ligel Encûmana Mafên Mirov ya Neteweyên Yekbûyî pêk anîn.
Pirtir bar ke