Raportên medya dîyar dikn ku hikûmeta Tirkîye alîkarîya lojîstîk bo çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DÎÎŞ) berhev dikin lê hikûmeta Tirkî herdem van renge raporta red dikin.
Di vê derbarê de, Dr. Beyar Misfeta, mamosteyê li Zanîngeha Bilgê li Tirkîyê, ji Dengê Amerîka re radigihîne,sîyaseta derve ya Tirkîyê li tevahîya Rojhilata Navîn şaş e û têkîlîyên wê digel çendîn welatan xirab e.
"Tirkîye dixwaze sîyaseta xew wek ya Îranê bike û Hîzbullaha Sunnî peyda bike."
Mustafa herwiha dibêje, hate piştrast kirin ku hêzên Kurdan berevanîyê ji tixubê NATO u Tirkîyî dikinû piştevanîya çekdarên DÎÎŞê bandoreke xirab liser têkîlîyên Tirkî ligel endamên NATO bike.