Şer di navbera şervanên Kurd û mîlîtanên Dewleta Îslamî (DÎÎŞ) de li bajarê Kobanê ya Kurdistana Sûrîyê berdewam dike.
Derbarê şerê niha li Kobanê tê kirin, rojnamevan Zara Misto dibêje, her çend e hêzên Kurdan pêşveçûn nekirine, lê wan çalakîyên baş encam dane.
Birêz Misto herwiha dide xuyakirin ku îro hêzên esmanî yên Amerîka du êrîş birine ser çekdarên terorîst yên DÎÎŞê.